Kandîdekî PDKê li Dihokê daweta 79 bûk û zavayan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Binas Doskî, kandîdê hejmar 8 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bazneya Dihokê, di pêngaveke mirovî û civakî de, şahiyeke zewacê ya komî ji bo 79 bûk û zavayan lidar xist. Ev kar di çarçoveya piştgiriya ji bo lîsteya 275an a PDKê de hat kirin.

Binas Doskî ji Kurdistan24ê re ragihand û got, ew hêvîdar e ku ev kar weke xêrekê ji bo wan bê nivîsandin. Herwiha diyar kir jî, armanca sereke ji vê pêngavê ew bûye ku alîkariya wan 158 kesan bike, da ku li gorî suneta Xwedê û Pêxember bizewicin.

Kandîdê PDKê herwiha da zanîn, wî ev kar weke piştgiriyekê ji bo helmeta xwe ya hilbijartinê û kanîdiya xwe di nav Partiya Demokrat a Kurdistanê de pêk aniye.

Derbarê hilbijartina hejmara 79an de, Binas Doskî wateya wê ya sembolîk aşkere kir û got: "Ev hejmar ji ber temenê Serok Barzanî û 79emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê hatiye hilbijartin."

Di dawiya axaftina xwe de, Binas Doskî daxwaz ji cemawerê PDKê kir ku di roja 11ê Mijdarê de biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsteya 275an a Partiya Demokrat a Kurdistanê.

 
Fly Erbil Advertisment