Mesrûr Barzanî: Em ne li bendê ne mûcîze çêbibe, divê em bi xwe wê biafirînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30î Cotmehê yekem dara Projeya Kembera Kesk li bajarê Hewlêrê çand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di merasîmê de pêşkêş kir û amaje bi girîngiya projeyê ji bo paqijkirina hewaya Hewlêrê kir û herwiha hişyarî da ku ji ber guherîna keşûhewayê û biyabanîbûnê, dibe ku xelk neçarî koçberiyê bibin. Herwiha diyar kir ku ev koçberî ne tenê li Herêma Kurdistanê namîne, belkû dê ber bi welatên Ewropayê ve biçe. Ji ber vê yekê, wî daxwaz ji wan welatan kir ku alîkariya Herêma Kurdistanê bikin da ku projeyên bi vî rengî ser bixin, rê li ber biyabanîbûnê bigirin û bandorên neyînî yên guherîna keşûhewayê kêm bikin.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ev proje beşek e ji bernameyên hikûmetê ji bo pirrengkirina (curbicurkirina) çavkaniyên dahatê, bi wê yekê ku sektora taybet dê sûdê ji berhemên darên zeytûnan ên ku di projeyê de tên çandin werbigire.
Deqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Gelî Rêzdaran, hûn gelek bi xêr hatin.
Ez bextewar im ku bi we re me, di vê roja girîng û dîrokî de ku bi rastî ji bo nifşên pêşerojê û ji bo Kurdistana îro û avadaniya wê gelekî girîng e.
Mewlana Celaledînê Rûmî dibêje: "Gul ji ber baranê şîn dibe, ne bi dengê ewr û birûskê." Em jî dê bi nermî û hêminî di avakirina Kurdistanê de berdewam bin.
Di cih de ye ku ez spasiya dost û pisporên Yewnanî bikim ku îro li vir amade ne, herwiha nûnerên hikûmetê û ew balyoz û pisporên ku amade bûn alîkariya me bikin di cîbicîkirina vê projeyê de, bi taybetî di warê çandina dara zeytûnê de. Berî demekê, ez bi wan re rûniştim û ji min re behs kirin ku çavkaniya dara zeytûnê ji van deveran hatiye. Vegera dara zeytûnê bo van cihan, bi serê xwe xwedî wateyeke mezin e. Hem berhemeke bi xêr û bereket e ji bo xelkê vê navçeyê, hem jî em dikarin gelek sûdê jê werbigirin ji bo mebesta me ya avakirina Kembera Kesk a Hewlêrê.
Ez spasiya sektora taybet dikim ku alîkariya hikûmetê dike ji bo cîbicîkirina vê projeyê. Dixwazim welatiyên me yên hêja jî têbigihîjin ku ev kembera kesk bi xwe dê weke hêmaneke kesk be û xwedîtiya wê jî vedigere Wezareta Şaredariyê. Lê di heman demê de, ew kompaniyên sektora taybet ên ku bi hikûmetê re beşdar in ji bo serxistina vê projeyê, dikarin di wergirtina sûdê de berdewam bin, bi taybetî ji aliyê bazirganî ve ji berhemên wan darên ku li vir tên çandin û dê bibin darên bi berhem. Ev hemû dê bibin karekî gelekî mezin ji bo afirandina derfetên kar ji bo ciwanên me. Dostên me soz dane me ku ew ciwanên dixwazin di vî warî de kar bikin, dê bên perwerdekirin da ku bi awayekî herî baş karibin bi vê kembera kesk re tevbigerin.
Kembereke kesk ku weke bazneyekê li dora bajarê Hewlêrê dizivire, bêguman dê bandoreke gelek mezin li ser keşûhewaya Hewlêrê jî hebe. Ji aliyekî ve, wergirtin û mijîna duoksîda karbonê ango CO2 û paşê vegerandina oksîjenê ji bo bajarê Hewlêrê û derdora wê, dikare jîngeheke saxlemtir ji bo me biafirîne. Jîngeheke saxlemtir, hewayeke paqijtir, dê jiyaneke baştir û bextewartir jî ji bo welatiyan biafirîne.
Ev hemû ew proje ne ku me her tim li ser wan fikiriye ku em çawa bi awayê herî baş bikaribin xizmeta welatiyên xwe û welatê xwe bikin.
Di bernameyên me yên berê de jî hebû ku em aboriya Herêma Kurdistanê pirreng bikin, da ku em tenê pişta xwe bi neft û gazê girênedin an jî tenê di yek sektorê de pêş bikevin. Me hewl daye ku em di hemû sektoran de girîngiyê bidinê û wan pêş bixin. Çend roj berê we dît ku projeyên geştûguzariyê hebûn, mijara binesaziya aborî ji her alî ve, çêkirina rê û banan, lê ji aliyê jîngehparêziyê ve jî em girîngiyeke mezin didinê, hem ji bo ewlehî û tenduristiya welatiyan, hem jî dibe ku bibe çavkaniyeke dahatê ji bo hemû welatiyan û jîngeheke saxlemtir, jiyaneke saxlemtir jî ji welatiyan re misoger dike.
Ji ber vê yekê, karên ku me berê kirine, hemû ji bo wê yekê bûn ku welatê me avadantir û xweştir bibe û xelkê me zêdetir sûdê ji wê nîmetê, ji wê siruşta xweş a ku Xwedê ji bo me afirandiye, werbigire.
Avakirina golan, avakirina bendavan û avakirina kembera kesk, hemû ji bo wê yekê ne ku em bikaribin bi awayê herî baş sûdê ji wan çavkaniyên xwezayî yên ku li welatê me hene werbigirin. Pêşxistina vê kemberê dikare gelek zêdetir alîkariya Hewlêrê bike di paqijkirina av û hewaya Hewlêrê de. Ew ê weke sîhan kar bike, da ku xelk zêdetir bikaribe hewaya paqij hilmêje. Gotineke berê heye ku dibêje: "Pêşiyan çandin û me berhemê wê xwar, em jî diçînin da ku nifşên pêşerojê berhemê wê bixwin." Lê ez hêvîdar im hûn bi xwe berhemê wê bibînin û berhemê wê jî bixwin, înşellah.
Ev proje derfetên kar ji bo ciwanan diafirîne, lê ez hêvîdar im ku ji bilî vê projeyê, projeyên me yên din jî wisa bikin ku em ewqas neçar nemînin tenê pişta xwe bi yek çavkaniya dahatê bigirin. Fêrbûna pisporiyê di karên bi vî rengî de, bêguman dê şiyana ciwanên me zêdetir bike û şans û vebijêrkên zêdetir bide ciwanên me ji bo wan warên ku dixwazin tê de kar bikin.
Berî ku me dest bi van projeyan hemûyan bikira, hêviya me ew bû ku em di demeke kurt de, ji bilî vê projeyê, çendîn projeyên din jî cîbicî bikin. Lê mixabin, weke pêwîst alîkariya me nekirin, berevajî, gelek astengî ji bo me çêkirin da ku em nikaribin projeyên xwe cîbicî bikin. Lê bi pêdagirî, dilsozî û xema hevalan, çi yên di nav hikûmetê de li wezaretan – ez dixwazim destxweşiyê li wan bikim, li wezîrên rêzdar, li fermanberan – bi rastî li ofîsa min jî hevalan gelek bi vê projeyê westiyan. Ez dixwazim ji niha ve destxweşiyê li wan bikim ji bo vê westandina wan û wê pêdagiriya ku hebû. Vê yekê hişt ku em nesekinin û di serxistina van projeyan de berdewam bin û înşellah em ê berdewam jî bin.
Em li bendê nînin ku kes alîkariya me bike eger nexwazin, lê eger aliyek hebe ku bixwaze alîkariya me bike, em ê gelek pê kêfxweş bibin. Tevî ku li gorî tiştê min bihîstiye, hevalên me yên li derveyî welat zêdetir amadebûna xwe nîşan dane ku di serxistina vê projeyê de alîkariya me bikin, ez ji niha ve spasiya wan dikim. Sektora taybet jî, yên ku dixwazin di berdewamiya vê projeyê de beşdar bibin, ez dîsa ji niha ve hem spasiya wan dikim, hem destxweşiyê li wan dikim û em pêşwaziya wan jî dikin da ku bi me re di baştirkirina vê projeyê de berdewam bin.
Mijara jîngehê an jîngehparêziyê, yanî têkçûna keşûhewayê, bandora neyînî ya keşûhewayê ne tenê li ser Herêma Kurdistanê ye, belkû li ser tevahiya Iraqê û tevahiya cîhanê heye. Me di piraniya guftûgoyan de, di piraniya hevdîtinên li hundir û derveyî welat de, behsa wê yekê kiriye ku divê mijara jîngehparêziyê gelek bi cidî bê wergirtin. Tiştê ku em niha dikarin bikin, dibe ku sibe dereng be. Werin em ji niha ve pêngavên pêwîst bavêjin ji bo parastina jîngehê ku bandora wê li ser cureya jiyanê û heta li ser parastina demografiya herêman jî heye. Cihê ku dibe biyaban, ku av lê namîne, keskahî lê namîne, jiyan lê namîne, xelk li ser koçberiyê difikire. Ew koçberî jî li vir nasekine; ew ji bo her cihekî din ê cîhanê ku difikirin diçin. Xelk li dû jiyanê digere. Ji cihekî ku dibe biyaban, koç dikin ber bi cihekî ku keskahî tê de heye. Li vir jî nasekinin, ber bi Ewropa û welatên derve ve koç dikin. Tenê ji ber mijara jîngehê, ji bilî mijarên din ên şer û pirsgirêkan ku gelek caran dibin sedema koçberiyê. Ji ber vê yekê me daxwaz ji welatan kiriye ku ji destpêkê ve alîkariya me bikin, da ku mijara guherîna keşûhewayê nebe sedemeke din a koçberiyê. Ji ber ku dibe ku niha ji aliyê aborî ve hinek mesref hebe, lê paşê di gelek mijarên din de welatên Ewropî dikarin xwe ji pirsgirêkên civakî, siyasî û ewlehiyê biparêzin. Hemû ew pirsgirêkên ku bi koçberiyê re tên, dikarin bibin serêşî ji bo welatên biyanî. Ji ber vê yekê, ez ji niha ve daxwazê ji wan dikim ku zêdetir alîkariya me bikin da ku em vê pirsgirêkê ji çavkaniya wê çareser bikin. Ev yek dê alîkariya wan bi xwe jî bike û bêguman alîkariya xelkê me jî dike. Tiştê ku dikeve ser milê me weke Herêma Kurdistanê, me hem li ser fikiriye û hem jî me pêngavên praktîkî avêtine, weke min behs kir, di avakirina bendavan de an jî di projeya ronahiyê de ji bo rawestandin û rakirina hemû wan jeneratorên ku dibûn sedema pîsbûna jîngeha bajaran. Ev hemû karên erênî bûn û ez bawer im encamên wan jî xuya bûne.
Di dawiyê de ez dixwazim bêjim ku em li bendê nînin ku mûcîze çêbibe, divê em bi xwe mûcîzeyan biafirînin. Em bi xwe dikarin welatê xwe ava bikin û karwanê avadaniyê yê ku li Kurdistanê dest pê kiriye, dê berdewam be. Em hêvîdar in hûn hemû alîkariya me bikin. Tendurist bin, silamet bin. Em spasiya dostên xwe dikin ji bo piştgiriya wan.
Hûn gelek bi xêr hatin, ser seran û ser çavan. Înşellah Kurdistan her dem avadan be.
