Rêveberiya Kampa Holê: Zêdetirî 25 hezar kes li kampê dijîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Kampa Holê, ku weke yek ji kampên herî bi xeter li cîhanê tê naskirin, amarên herî dawî yên derbarê nifûsa kampê de eşkere kir. Li gorî daneyan, li kampê hîn jî zêdetirî 25 hezar kes dimînin, ku ji koçberên Sûrî, penaberên Iraqî û malbatên çekdarên DAIŞê yên biyanî pêk tên.

Hevseroka Kampa Holê Cîhan Henan duh 30î Cotmehê ji ajansa "North Press" re ragihand, hejmara giştî ya niştecihên kampê niha 25 hezar û 241 kes e, ku di nav 7 hezar û 125 malbatan de belav bûne.

Cîhan Henan hûrgiliyên nifûsê wiha anî ziman:

- Koçberên Sûrî: 14,955 kes (4,123 malbat)

- Penaberên Iraqî: 4,007 kes (1,131 malbat)

- Malbatên DAIŞê yên Biyanî: 6,279 kes (1,871 malbat)

Hewldanên Vegerê Berdewam in

Di destpêka îsal de, Rêveberiya Xweser destpêşxeriya "Vegera Dilxwazî" ji bo hemû niştecihên kampan dabû destpêkirin. Li gorî rêveberiya kampê, heta niha di çarçoveya vê hewldanê de 30 karwanên penaberên Iraqî bi hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Iraqê de vegeriyane welatê xwe. Ji van karwanan 13 jê tenê îsal hatine organîzekirin. Herwiha, 3 karwanên koçberên Sûrî jî bi hevrêziya bi Hikûmeta Sûrî ya Demkî re vegeriyane herêmên xwe.

Kampa Holê ya ku dikeve başûrê bajarê Hesekê, ne tenê yek ji mezintirîn kampan e, lê di heman demê de ji ber hebûna bi hezaran jin û zarokên çekdarên DAIŞê weke "bombeyek li ber teqînê" tê binavkirin. Metirsiya ji nû ve birêxistinkirina şaneyên DAIŞê di nava kampê de her tim weke gefeke mezin tê dîtin.

Rêveberiya Xweser gelek caran bang li civaka navneteweyî kiriye û ragihandiye ku rewşa Kampa Holê barekî giran e û pêwîstî bi çareseriyeke navneteweyî heye. Rêveberî bi taybetî daxwaz dike ku welatên biyanî welatiyên xwe, bi taybetî malbatên girêdayî DAIŞê, ji kampê werbigirin û wan li welatên xwe darizînin.

 
Fly Erbil Advertisment