Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro cadeya dualî ya Hacî Omeranê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro jî projeyekê vedike, ku li Hacî Omeranê ye û projeyeka din a stratejîk a kabîneya nehê ye di sektora rêyan de li Herêma Kurdistanê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 3ê Mijdara 2025ê) projeya cadeya dualî ya Hacî Omeranê vedike, ku projeyeka din a stratejîk a kabîneya nehê ye di sektora rêyan de li Herêma Kurdistanê.

Ev proje, ji bilî hêsankirina hatin û çûna welatiyan, ji aliyê tevgera bazirganiyê jî ve dê xizmeteka baş bike.

Cadeya dualî ya Hacî Omeran bi 35 milyar û 150 milyon dînaran li ser budceya Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê, ji hêla Şîrketa North Lightê ve hatiye bicîhanîn, ku 50 salên xizmetkirina hatin û çûnê garantî dike.

Ew cade 2.5 kîlometreyan dirêj û 25 metreyan fireh e, lê caeya kevin a Hacî Omeranê yekalî bû û tenê heşt metreyan fireh bû, ku ji bo hatin û çûna welatiyan û tevgera bazirganiyê gelek astengî çê kiribûn.

Projeya cadeya dualî ya Hacî Omeranê li gorî standardên navneteweyî hatiye çêkirin, ku van taybetmendiyan vedigire: avrêj, tora ava vexwarinê, tora ronkirina rêyê, xet û nîşanên trafîkê û cîhên taybet ji bo rawestandina timbêlan.

Herwesa zêdetirî hezar daran li ber lêva wê cadeyê û li ser peyarêyan hatine çandin û 170 kursiyên dukesî ji bo bêhnvedana peyayan hatine danîn. Ji bo rêgirtina li hiriyan û daçûna bilindahiyên li rexan û nehêlana xetera li ser rêwiyan, li herdu aliyên wê rêyê jî nêzîkî 300 dîwarên konkirîtî hatine danîn.

 
Fly Erbil Advertisment