Li Iraq û Herêma Kurdistanê dengdana giştî dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 11ê Mijdara 2025an, li seranserê parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê proseya dengdana giştî ya ji bo hilbijartina endamên xula şeşem a Parlamentoya Iraqê dest pê kir.
Li gorî amar û tomarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê, zêdetirî 20 milyon dengdêr mafê dengdanê hene. Ji vê hejmarê, zêdetirî 2 milyon û 800 hezar dengdêr li Herêma Kurdistanê ne.
Navendên dengdanê îro serê sibê ji saet 07:00 ve hatine vekirin û biryar e proseya dengdanê heta saet 18:00 êvarê berdewam bike.
Ji bo misogerkirina ewlehiya prosesê, hemû navendên dengdanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundî tên parastin.
Di heman demê de, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî bi rêya kamerayên çavdêriyê, rasterast çavdêriya birêveçûna prosesê li seranserê welat dike da ku rê li ber her binpêkirinekê were girtin.
