Serok Barzanî: Konferasyona Revenda Kurdistanî li derve roleka mezin dilîze
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî ragihand: “Doza neteweya Kurd di ser her tiştekî re ye û girîngîdana bi Revenda Kurdistanî li derveyê welatî di çarçoveya vê stratejiyê de ye.” Herwesa got: “Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ku li derveyê welatî di warên zanistî yên cuda cuda de roleka mezin dilîze, di vî warî de şûntiliyên wê diyar û berçav in.”
Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê pêşwaziya şandeka nûnerên Konfederasyona Revenda Kurdistanî kir.
Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Barzanî di wê civînê de amaje da ku, doza neteweya Kurd di ser her tiştekî re ye û girîngîdana bi Revenda Kurdistanî li derveyê welatî di çarçoveya vê stratejiyê de ye.”
Serok Barzanî her di wê civînê de bal kêşa ser girîngiya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ku di warên zanistî yên cuda cuda de li derveyî welatî roleka mezin dilîze û di vî warî de şûntiliyên wê diyar û berçav in.
Baregayê Barzanî herwesa nivîsiye: “Serok Barzanî di pareka din a wê civînê de bal kêşa ser dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û îradeya gelê Kurd ji bo man û parastina nasnameyê û têkoşîna li dijî zilmê, herwesa rola aştîxwazane ya gelê Kurdistanê, ku her dem pêşwaziya hemî bizavên aştiyê kiriye û qet êrîşkar nebûye, vê yekê jî wesa kiriye ku, Kurdistan bibe devereka girîng a pêkvejiyana aştiyane di navbera hemî ol û mezheban de. Ev çand jî divê bê parastin û dest jê neyên berdan.”
Serok Barzanî herwesa behsa metirsiyên madeyên hişber li ser Herêma Kurdistanê jî kir, ku dijmin bi plan û bername bizavê ji bo belavkirina wan dikin, û got: “Divê em pir bi tundî rûbirûyê wan bibin.” Herwesa bi girîngî ve behsa pêngavên xizmetên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên av û elektrîk û rêyan de jî kir.
Serok Barzanî herwesa piştgiriya xwe ji bo pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê jî tekez kir û girîng jî dît ku, hemî Kurdistanî kar bikin ji bo ku zêdetir hevalan ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê peyda bikin.