Serok Barzanî û Izet Şabender rewşa Iraq û deverê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Izet Şabender kir û pê re pêşketinên dawiyê û rewşa siyasî ya Iraq û deverê bi giştî nîqaş kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 24ê Mijdara 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya kesatiyê siyasî yê Iraqê Izet Şabender kir.

Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku, di wê civînê de pêşketinên dawiyê û rewşa siyasî ya Iraq û deverê bi giştî hatin nîqaşkirin.

Baregayê Barzanî herwesa bal kişand ser encamên hilbijartinên Parlementoya Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinan.

 

 
Fly Erbil Advertisment