Desteya Mafên Mirovan daxwaza çarenivîsa rojnamevan Karwan Kelarî dike

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî ku rojnamevan Karwan Kelarî li Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê hat girtin, Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan daxwaza çarenivîsa wî kir û got ku, divê aliyên ewlehiyê yên wê derê sedema girtina wî bi zûtirîn dem eşkere bikin.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 26ê Mijdara 2025ê) daxuyaniyek weşand û tê de daxwaza çarenivîsa rojnamevan Karwan Kelarî kir.

Di wê daxuyaniyê de hatiye, “Piştî ku nûçeya wê yekê gihîşt me ku, rojnamevan Karwan Kelarî ji aliyê hêzeka ewlehiyê ve li Germiyanê hatiye girtin, me ji bo wê meremê bi rêya Nivîsîngeha Germiyanê ya Mafên Mirovan bi dezgehên ewlehiyê û sendîkaya rojnamevanan a wê deverê re lidûçûn kir.”

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan herwesa got: “Heta niha me bi rengekê fermî bersiv li ser sedema girtina wî rojnamevanî nedaye, lewma divê aliyên ewlehiyê yên Rêveberiya Serbixwe ya Germiyanê bi zûtirîn dem sedema girtina Karwan Kelarî ji xizmên wî û raya giştî re bibêjin.”

Desteya navbirî amaje jî da ku, şopandina çarenivîsa rojnamevan Karwan Kelarî dê ji nêz ve berdewam be.

 
Fly Erbil Advertisment