Dogan: Heta girtiyên siyasî derveyî pakêtê bin, em nikarin behsa dadweriyê bikin
Enqere (K24) – Parlemantoya Tirkiyê, 11emîn pakêta çaksaziyên yasayî û darazê pesend kir. Ligor wan çaksaziyan, beşek ji girtiyan tên azad kirin, lê girtiyên siyasî li derveyî wê yasayê ne. Ev jî, rastî rexne û nerazîbûna partiyên siyasî hat. DEM Partî dibêje, pirsa Kurd bi van pakêcan nayê çareser kirin, pêwîst e yasayên taybet û wêrek bên derxistin, dadperwerî jî were berçav girtin.
Li parlamentoya Tirkiyeyê Paketa 11êmîn a Darazê ango Yasaya Kovîdê hat qebûlkirin, deriyên girtîgehan hat vekirin û proseya berdana girtiyan dest pê kir. Kesên ku beriya 31ê Tîrmeha 2023yan sûc kirine û girtî ne dê karibin 3 sal beriya wexta cezayê xwe ji girtîgeha girtî derbasî ya vekirî bibin an jî eger li girtîgeha vekirî bin dê bi şertê kontrola dadî werin berdan. Lê mixalefet rexne dike ku ev paket girtiyên siyasî û yên nexweş lixwe nagre ku di vê proseya aştiyê de nabe çareserî û kêşeyan kûrtir dike."
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî diyar dike ku Pirsa Kurd bi paketên darazê nayê çareserkirin û ji bo vê pêdivî bi yaseyeke taybet heye. Dogan bal kişand ku divê di qanûnan de xala wekheviyê û edalet li ber çav bê girtin."
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ji K24ê re got: “Xelkê hêviyên gelek mezin girêdabûn vê pakêtê. Çima? Digotin dê wekheviyek derbarê înfazê de ji vê derkeve. Mixabin tiştek weha derneket. Dîsa girtyên siyasî derveyî vê pakêtê hatin hiştin. Heta cudahiyek weha têxin navbera girtiyan em nikarin bibêjin edalet weke mane edaletê pêk tê li Tirkiyeyê. Kêmahiya herî mezin jî ev e. Piştî sere salê divê meclîs ji bo xebatên yaseyî yên bingehîn bixebite. Ev kesên ku çek danîne wê çibikin?Ew kesên dixwazin vegerin Tirkiye wê çawa vegerin Tirkiyeyê? Divê tu cudahî jî nexin neqeba wan.”
Kesên ji ber sûcên "terorê" û destûrî, sûcên erdhejê, kuştina mirov û xizmên xwe yên nêzîk, tundiya li dijî jinan û destdirêjiyê hatine girtin jî derveyî paketê hatin hiştin. Parêzer Gîzay Dulkadîr jî dibêje di warê înfazê de di navbera girtiyên siyasî û yên edlî de newekheviyeke mezin heye ku ev neheqiyê kûrttir dike û ev yek zirarê dide proseya aştiyê ku didome.
Parêzer Gîzay Dulkadîr got: “Efû, kêmkirina înfazê bi biryarên meclîsê pêk tên. Biryarên înfaz û efûyê encamên tercîhên siyasî ne. Lê dema ev tercîh mafê azadiyê binpê bikin û bibin sedema newekheviyê, ji aliyê hiqûqê ve nayên qebûlkirin. Hêviya civakê jî efûyeke ji bo girtiyên siyasî bû; nexasim ji bo serkeftina proseya çareseriyê ev yek şertekî navneteweyî ye. Tevî nerazîbûnên civakî jî girtiyên siyasî dîsa li derveyî paketê man. Loma divê demildest serarestkirinek di vî warî de bê kirin.”
Tê payîn destpêkê nêzî 55 hezar girtî û di hundirê 3-4 mehan de jî nêzî 115 hezar girtî bên berdan. Li gorî amarên saziyên pêwendîdar, li 403 girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku kapasîteya wan 305 hezar kes e, 433 hezar û 543 hezar girtî hene.