KCK: Azadkirina Ocalan bo qonaxa duyê ya pêvajoya aştiyê şert e

Ocalan
Ocalan

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekê Konseya Birêvebiriya KCKê ragihand: “Heke dewleta Tirkiyeyê pêngavên qanûnî û siyasî neavêje, qonaxa bê ya pêvajoya aştiyê dê raweste.”

Endamê Konseya Birêvebiriya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mustafa Karasu di daxuyaniyeka rojnamevanî de ragihand: “Piştî banga Abdullah Ocalan, PKKê ji bo pêvajoya aştiyê gelek pêngavên girîng avêtine, biryara hilweşandina xwe daye û şerê çekdariyê rawestandiye, herwesa hêzên xwe ji Bakurê Kurdistanê û deverên xeter ji bo çêbûna aloziyan vekişandine.”

Karasu tekez jî kir: “Niha dem hatiye ku Tirkiye derfetê qanûnî û siyasî ji bo pêngavên PKKê peyda bike.” Herwesa got: "Heke qanûnên pêdivî ji bo endam û kadroyên PKKê neyên derxistin û derfetê demokrasiyê neyê afirandin, ew pêvajo dê raweste û dê derbaz nebe qonaxa duyê.”

Wî endamê Konseya Birêvebiriya KCKê herwesa ragihand: “Ji bo qonaxa duyê, divê Ocalan bê şert bê azadkirin.”

Pêvajoya aştiyê ya nû li Tirkiyeyê pêşkeftineka baş tomar kiriye, xasmajî piştî banga dîrokî ya Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan ji bo danana çekan li roja 27ê Sibatê. Li beranberî wê yekê jî, PKKê agirbest ragihand û di dû re di Tîrmeha 2025ê de bi merasîmeka sembolîk dest bi danana çekan kir.

Hikûmeta Tirkiyeyê jî çend pêngav avêtine, wekî avakirina komîteyekê li parlamentoyê li roja 5ê Tebaxa 2025ê bi navê "Komîteya Yekrêziya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ji bo danana çarçoveya qanûnî ya wê pêvajoyê. Hikûmeta navbirî herwesa li ser amadekirina qanûnekê bi navê "Qanûna Derfetê" dixebite da ku vegera endamên PKKê yên ku tundûtûjî nekirine rêk bixe û rewşa girtiyên siyasî çareser bike.

Tevî van pêngavan, qebxwaziyên mezin hîn jî mane û KCKê haydarî daye ku ew pêvajo bi rengekê yekalî nayê meşandin. Çarenivîsa Ocalan û daxwaza azadkirina wî yek ji mijarên sereke yên nîqaşan e. Di vê navberê de, rewşa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Sûriyeyê û peymana wan a bi hikûmeta Şamê re aliyekê herêmî daye wê pêvajoyê.