Trump: Serokê Kolombiyayê mirovekî nexweş e û dê zêde di posta xwe de nemîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişên xwe yên li ser serokên Amerîkaya Latîn tund kirin û Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro wekî "mirovekî nexweş" pênase kir. Trump herwiha Meksîk û Kûba jî hişyar kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di nav firokeya serokatiyê de ji rojnamevanan re axivî û got: "Kolombiya ji aliyê mirovekî nexweş ve tê birêvebirin û ew ê zêde li wir nemîne. Ew kokaînê hildiberîne û dişîne Amerîkayê, lewma divê pir baldar be."
Trump berê jî dabû xuyakirin ku piştî girtina Maduro, Petro dê bibe "armanca dahatû" ya kampanyaya Amerîkayê ya li dijî bazirganên madeyên hişbir.
Hişyarî bo Meksîk û Kûbayê
Trump ne tenê bi Kolombiyayê re sînordar ma, lê hişyariyên tund dan welatên din jî:
- Maksîk: Trump got: "Divê Meksîk karên xwe birêkûpêk bike, ji ber ku pêdivî ye em tiştekî li ser wî welatî bikin."
- Kûba: Derbarê Kûbayê de Trump diyar kir ku welat ber bi hilweşînê ve diçe û ji ber vê yekê "pêdivî bi destwerdaneke leşkerî nîn e."
Petro: ‘Ev revandineke neyasayî û lekeyeke reş e’
Serokê Kolombiyayê Gustavo Petro li ser hejmara xwe yê platforma X’ê bersiveke tund da Trump. Petro operasyona Amerîkayê ya li ser Venezuelayê û girtina Nicolas Maduro wekî "revandineke neyasayî û lekeyeke reş" di dîroka Amerîkaya Başûr de pênase kir.
Petro rexne li bombebarankirina bajarê Karakasê girt û got: "Ev karê ku Washingtonê kiriye, heta niha Netanyahû, Hitler, Franko û Salazar jî nekirine." Petro herwiha daxwaza civîneke lezgîn a Neteweyên Yekgirtî (NY) kir û bang li welatên herêmê kir ku li dijî van "destdirêjiyên Amerîkayê" eniyeke hevbeş ava bikin.
Peywendiyên di navbera Washington û Bogotayê de piştî ku îdara Trump alîkariyên darayî yên ji bo Kolombiyayê kêm kirin û navê wî welatî ji lîsteya "hevkarên bawerpêkirî" derxist, gelekî xerab bûn. Çavdêrên siyasî diyar dikin, piştî girtina Maduro û sewqkirina wî ya bo New Yorkê, Amerîkaya Latîn ketiye qonaxeke nû ya rûbirûbûna siyasî û dîplomatîk ku dibe encamên wê yên leşkerî jî hebin.