Deriyê Sînor ê Zêtê careke din li ber rêwiyan hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku ji ber barîna berfa zêde û xirabiya şert û mercên keşûhewayê hatibû girtin, Deriyê Sînorî yê Navneteweyî yê Zêtê careke din li ber geştyar û rêwiyan hat vekirin.

Rêveberiya Ewlehiya Deriyên Sînorî îro 5ê Çileya 2026an, bi daxuyaniyekê ragihand, Deriyê Sînorîy ê Zêtê, yê ku Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê ve girê dide, ji nû ve hatiye vekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em agahdarî hemû welatî û geştyaran dikin ku deriyê navneteweyî yê Zêtê ji îro Duşemê ve dest bi karên xwe kiriye û rêwî dikarin ji bo hatûçûnên xwe bi awayekî asayî bikar bînin."

Ev dergeh roja 1ê Çileyê, ji ber pêleke sermayê û barîna berfeke zêde hatibû girtin. Ji ber ku rêyên herêmê çiyayî û dijwar in, ji bo parastina ewlehiya canê rêwiyan desthilatdaran biryara girtina demkî ya dergeh dabin.

Hate aşkerekirin, biryara vekirina dergeh bi hevahengî û koordînasyona di navbera îdareya deriyê Zêtê (li aliyê Herêma Kurdistanê) û îdareya deriyê Dêrcikê (li aliyê Tirkiyeyê) hatiye girtin.

Deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji dawiya meha Berçileya borî ve di bin bandora pêleke dijwar a zivistanê de ne. Berî niha di 29ê Berçileyê de jî ji ber bagerê karên li vê deriyê hatibûn sekinandin. Herwiha hate zanîn ku di rojên borî de ji ber heman sedemên keûhewayê, li deriyê navneteweyî yê Hacî Omeranê jî di hatûçûnê de astengî derketibûn.