PDK û YNK li Bexdayê li ser posta Serokkomariyê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyonên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Bexdayê civiyan. Mijara sereke ya hevdîtinê, diyarkirina berbijarekî hevbeş ê Kurd ji bo posta Serokkomariya Iraqê ye.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê îro 5ê Çileyê da zanîn, fraksiyona PDKê li avahiya parlamentoyê, pêşwazî li fraksiyona YNKê kir. Civîn bi serokatiya Serokê Fraksiyona PDKê Şaxewan Ebdullah û Serokê Fraksiyona YNKê Herêm Kemal Axa birêve diçe.

Armanca sereke ya vê civînê ew e ku Kurd bi berbijarekî hevbeş beşdarî rûniştina parlamenê ya ji bo hilbijartina Serokkomar bibin. PDK û YNK herwiha li ser planeke hevbeş a ji bo karên parlamentoyê di xula nû de gotûbêjan dikin. Ev liv û tevger piştî biryara Mektebê Siyasî yê PDKê ya roja Şemiyê (3yê Çileyê) hat ku tê de şandeyeke danûstandinkar hatibû erkdarkirin, da ku bi hemû aliyan re ji bo "kodengiya Kurdî" bicive.

Latîf Reşîd dîsa berbijar e

Li aliyê din, hat ragihand ku Serokkomarê niha yê Iraqê Latîf Reşîd gihîştiye avahiya parlamentoyê û sîviya (CV) xwe pêşkêş kiriye. Reşîd dixwaze ji bo xuleke din di posta Serokkomariyê de bimîne. 

Pêvajoya hilbijartina Serokkomar

Li gorî Madeya 72an a Destûra Iraqê, piştî hilbijartina desteya serokatiya parlamentoyê, 30 roj mawe li pêş e ku Serokkomarê nû were hilbijartin. Pêvajoya hilbijartinê bi van gavan birêve diçe:

1- Rêjeya Yasayî: Divê du ji ser sêya parlamenteran (herî kêm 219 parlamenter) amade bin da ku rûniştin dest pê bike.

2- Gera Yekem: Berbijarek ji bo ku bibe serok, pêdivî bi 219 dangan (2/3) heye.

3- Gera Duyem: Heke di gera yekem de kes bi ser nekeve, di navbera du berbijarên ku herî zêde deng girtine de pêşbazî tê kirin. Di vê gerê de yê herî zêde deng bigire dibe Serokkomarê nû.

Ev post li gorî "nerîta siyasî" ya piştî sala 2003an para Kurdan e û nûnertiya serweriya welat dike. Tê payîn ku encama hevdîtina PDK û YNKê bandoreke rasterast li ser nexşeya siyasî ya Iraqê û parastina mafên Herêma Kurdistanê bike.