TGDF: Iraq mezintirîn kiriyarê xwarin û vexwarinên Tirkiyeyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Pîşesaziya Xwarin û Vexwarinê ya Tirkiyeyê (TGDF) ragihand, Iraq mezintirîn kiriyarê berhemên çandiniyê û xwarinên Tirkiyeyê ye û di vê qadê de pêşiya welatên wekî Almanya û Amerîkayê ketiye.
Yekîtiya Pîşesaziya Xwarin û Vexwarinê ya Tirkiyeyê (TGDF) îro 5ê Çileyê daneyên welatên ku herî zêde berhemên xwarinê ji Tirkiyeyê hawirde dikin, belav kirin. Li gorî van amaran, di 11 mehên pêşîn ên sala 2025an de, Iraq bûye navenda sereke ya hinardekirina Tirkiyeyê.
Amar nîşan didin ku di vê heyama 11 mehî de, Tirkiyeyê bi bihayê 2.99 mîlyar dolarî berhemên çandiniyê, xwarin û vexwarin ji bo Iraqê şandine. Bi vê hejmarê re Iraq di rêza yekem de cih girt û pêşiya Almanya bi 1.84 mîlyar dolar û Amerîka bi 1.63 mîlyar dolar ket.
TGDF’ê herwiha bal kişand ser wê yekê ku hinardekirina ji bo Iraqê li gorî heman dema sala 2024an, bi rêjeya %3.01 kêm bûye. Hat diyarkirin ku ev daketin, encama zehmetî û guherînên di bazarên herêmî de ye.
Tevî vê kêmbûna biçûk jî, bazara Iraqê ji bo berhemên Tirkiyeyê wekî "dergehekî stratejîk" tê dîtin. Pisporên aboriyê çaverê dikin ku di sala 2026an de pêwendiyên bazirganî yên di navbera her du welatan de hên hîn xurtir bibin.