YNK’ê Nizar Amêdî ji bo posta Serokkomarê Iraqê berbijar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, wan Nizar Amêdî, Wezîrê berê yê Jîngehê û endamê polîtburoya partiya xwe, wekî berbijarê fermî ji bo posta Serokkomariya Iraqê destnîşan kiriye.
Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Karwan Gazneyî îro 5ê Çileya 2026an, li ser hejmara xwe ya fermî yê medyaya civakî aşkere kir ku partiya wan bi fermî biryar daye ku Nizar Amêdî bibe berbijarê wan ji bo posta Serokkomariya Iraqê.
Nizar Amêdî kî ye?
Nizar Mihemed Seîd Mihemed, ku di qada siyasî de wekî "Nizar Amêdî" tê naskirin, di sala 1968an de li qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê ji dayîk bûye. Ew xwedî ezmûneke dirêj û dewlemend e di nava saziyên dewleta Iraqê û diplomatîk de.
Asta Perwerdehiyê û Ziman:
Nizar Amêdî endezyarê mekanîkê ye û Beşa Endezyariyê ya Zanîngeha Mûsilê qedandiye. Ew bi zimanên Kurdî û Erebî dizane.
Kariyera Siyasî û Îdarî:
Amêdî di nava du dehsalên borî de di postên herî bilind ên dewletê de cih girtiye:
- Wezîrê Jîngehê: Di kabîneya hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî de ji sala 2022an heta dawiya 2024an wekî Wezîrê Jîngehê kar kiriye.
- Şêwirmendê Serokkomariyê: Di navbera salên 2005 û 2022an de şêwirmendê her sê serokkomarên berê (Celal Talebanî, Fuad Masûm û Berhem Salih) bûye.
- Postên Partîtî: Niha endamê Polîtburoya YNK’ê û berpirsê Ofîsa Polîtburoyê ya partiya xwe li Bexdayê ye. Herwiha endamê Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ye.
Nûnertiya Navdewletî
Nizar Amêdî di gelek qadên navneteweyî de nûnertiya Iraqê kiriye. Ew serokatiya şandeya Iraqê di Lûtkeya keşûhewayê ya COP28 de li Îmaratê (2023) û di Civîna Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî de li Kenyayê (2023) kiriye. Herwiha di gelek lûtkeyên Erebî û civînên NY yên li New York û Cenevreyê de amade bûye.
Ev pêngava YNK’ê di demekê de tê ku li gorî destûrê piştî hilbijartina desteya serokatiya parlamenê, divê di nava 30 rojan de Serokkomarê nû were hilbijartin. Tê çaverêkirin ku navê Nizar Amêdî di pêvajoya danûstandinên li gel aliyên din ên Kurdî û Iraqî de bibe mijareke sereke.