Dihok.. Di sala 2025an de zêdetirî 190 mîlyar dînar ji bo projeyan hatine terxankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Dihokê amarên sala 2025an eşkere kirin. Di nava salekê de bi sedan projeyên xizmetguzariyê hatine cîbicîkirin û zêdetirî 4 hezar erd li ser fermanberan hatine dabeşkirin.

Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Parêzgeha Dihokê Diyar Behrî di civîneke çapemeniyê de raporta salane ya sala 2025an pêşkêş kir. Behrî ragihand, sala borî di dîroka Dihokê de wekî saleke avadaniya mezin derbas bûye.

28 projeyên stratejîk û budceya wan

Diyar Behrî diyar kir, di sala 2025an de bi giştî 28 projeyên stratejîk bi tîçûna 159 mîlyar dînar hatine cîbicîkirin. Herwiha:

- 38 projeyên din bi budceya 29 mîlyar dînar hatine pesendkirin.

- 105 projeyên piçûk bi bihayê nêzîkî 2.8 mîlyar dînar hatine qedandin.

Dabeşkirina 4,018 parçe erd

Yek ji giringtirîn xalên raportê dabeşkirina erdan bû. Behrî aşkere kir ku di nava çar qonaxan de 4,018 parçe erd li ser fermanberên sînorê Sêmêl, Tenahî, Akrê û Xankê hatine dabeşkirin. Herwiha 24 parçe erd ji bo projeyên pîşesazî û veberhênanê hatine veqetandin. Dahata ji firotina 121 parçe erdên bi nirx jî %100 ji bo projeyên di sînorê wan şaredariyan de hatiye xerckirin.

Şoreşa jîngehê û hêşînkirin

Di warê parastina jîngehê de pêngavên girîng hatine avêtin. Li Sêmêl, Akrê, Şêxan û Berdereşê projeyên bi bihayê 18.6 mîlyar dînar hatine encamdan û 256,497 ton çop hatine birin bo kargehên rîsayklînê.
Di warê hêşînkirinê de jî:

- 120 hezar mîtreçargoşe rûber hatine hêşînkirin.

- 27,356 dar hatine çandin.

Bi vê yekê rêjeya hêşînahiyê li parêzgehê gihîşt %12an.

Rê û avadanî: 771 hezar mîtreçargoşe qîrkirin

Diyar Behrî destnîşan kir, di sala 2025an de nêzîkî 771 hezar mîtreçargoşe şeqam hatine qîrkirin û zêdetirî 21 hezar mîtreçargoşe jî bi betonê hatine amadekirin. Herwiha di nava salekê de nêzîkî 1,000 moletên avahîsaziyê (niştecihbûn û bazirganî) hatine dayîn.

Di dawiyê de, rêveberê şaredariyan ragihand, wan di warê peymanên kirê de jî 1,524 peyman bi rê ve birine, ku ev yek dahateke baş ji bo xezîneya şaredariyan peyda kiriye.