Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê gotgotka êrîşkirina li ser Ehmed Şera red kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê hemî ew nûçe û gotgotk red kirin ên ku behsa bûyera êrîşeka çekdarî li ser Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera û hejmareka serkirdeyên din ên wî welatî dikin.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê tekez jî kir ku, rewşa ewlehiyê ya serokê welatê wî û berpirsên payebilind binecih e û ew nûçeyên ku hatine belavkirin tu bingeheka rast nîne.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê Nûredîn Baba îro (Duşem, 05.01.2026) ragihand: “Hin platform û rûpelan li ser torên civakî nûçeyên nerast li ser kiryareka ewlehiyê li dijî Serokê Sûriyeyê weşandine.”
Nûredîn Baba amaje jî da ku, wan aliyan penaya xwe biriye ber belavkirina beyannameyên sexte û bi navê dezgehên fermî yên dewletê belav kirine da ku xelk bawer jê bike.
Navbirî bi tundî ew nûçe red kirin û bang li welatiyan û hemî dezgehên medyayê kir ku, di veguhastina nûçeyan de berpirsiyar bin û bi baldarî serederiyê bikin.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê tekez jî kir ku, nabe ku tu nûçe û zanyar ji çavkaniyên nediyar bên wergirtin û divê tenê xwe bispêrin ragihandinê fermî yên hikûmetê.
Ev jî di demekê de ye ku Sûriye di qonaxeka hestyar de guhertinên siyasî û ewlehiyê de ye, xasma jî piştî ku Ehmed Şera wek serokê wî welatî dest bi kar kir. Di dema guhertinên mezin û veguheztina desthilatê de, gelek caran bazara şerê derûnî û belavkirina nûçeyên sexte germ dibe, ku armanc jê çêkirina tirsê û têkdana tenahiya navxweyî ye. Hikûmeta nû ya Sûriyeyê bizavê dike ku, bi rêya van ronkirinan rewşê kontrol bike û rêyê li belavbûna gêleşokê bigire.