Ewlekariya Hundirîn a Helebê: Hêzên çekdar ciwanên revandî wekî mertalên mirovî bi kar tînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê (Asayiş) yên girêdayî HSDê ragihand ku, hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê li gel sepandina dorpêçkirina tund û topbarankirina dijwar a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, bi awayekê nemirovane penaya xwe biriye ber bikaranîna ciwanên revandî wekî "mertalên mirovî" li eniyên pêş ên şer, ew jî piştî ku di bizavên xwe yên dagirkirina wan taxan de şkestin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê (Asayiş) yên girêdayî HSDê îro (Çarşem, 07.01.2026) di ragihandinekê de eşkere kir ku, çekdarên girêdayî Hikûmeta Şamê di tawaneka rêkxistî de ciwanên revandî wekî mertalên mirovî di êrîşên xwe yên li ser her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de bi kar tînin.

Li gorî wê ragihandinê, hêzên girêdayî Hikûmeta Şamê dorpêçeka tund xistiye ser taxa Şêx Meqsûdê û bi tankan dorpêç kirine, di eynî demê de bi rengekê tund topbaranê dikin û gefên dagirkirina bi temamî û derxistina bi zorê li şêniyên wê taxê dikin.

Ewlekariya Helebê ron jî kir: “Piştî ku wan êrîşan nekarî wan taxan bixin bin kontrola xwe û îradeya şêniyên wê bişkînin, wan hêzan tawanên xwe mezintir kirine. Wan ew ciwan revandine yên ku neçar mane wan taxan biterikînin û wan wekî mertalên mirovî li eniyên pêş ên êrîşan bi kar tînin, ev yek jî wekî binpêkirineka eşkere ya nirxên mirovan hatiye wesifkirin.”

Çavkaniya navbirî amaje jî daye ku, wan çekdaran pîr û kal vegerandine nav wê taxa dorpêçkirî, bi armanca wê yekê ku wan wekî karteka zextê ji bo kontrolkirina sivîlan bi kar bînin.

Di dawiyê de, Hêzên Ewlehiyê ev kiryar wekî zêdebûneka xeter di binpêkirinan de binav kirin, ku tê de dorpêçkirin, topbaran û bikaranîna sivîlan wekî mertalên mirovî hatine tevlihevkirin, wekî pareka stratejiyekê ji bo dûrxistina xelkî û sepandina tawanan li ser jiyana welatiyên bêguneh.