Komîsyona Parlamentoyê dest bi nivîsandina raporta dawî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma nivîsandina raporta pêvajoya aşitiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê, piştî qonaxa "guhdarkirinê", îro ji bo amadekirina raporta dawî û nexşerêya yasayî ya çareseriyê dicive.
Pêvajoya ku ji aliyê "Komîsyona Hevgirtina Niştimanî, Biratî û Demokrasiyê" ve li Parlamentoya Tirkiyeyê tê meşandin, derbasî qonaxeke giring bû. Parlamentoyê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 6ê Çileya 2026an, tîma nivîsandina raportê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş rûniştineke taybet pêk tîne.
Tevlîbûna hemû partiyan
Di vê tîma nivîsandinê de nûnerên her çar partiyên mezin ên desthilat û opozîsyonê (AK Partî, MHP, CHP û DEM Partî) ligel nûnerê partiya "Yeni Yol" (Rêya Nû) amade ne. Armanca vê rûniştinê ew e ku hemî pêşniyarên çareseriyê yên ku di nava mehên borî de ji aliyê partiyên siyasî ve hatine pêşkêşkirin, werin nirxandin û di raporteke dawî de werin komkirin.
Nexşerêya yasayî û reforma qanûnî
Hate ragihandin, piştî dirêjkirina dema xebata komîsyonê bo du mehên din, tîma nivîsandinê dê li ser hûrguliyên yasayî raweste. Raporta ku dê were amadekirin, nexşerêyeke ji bo "rêkûpêkiya yasayî" jî di nava xwe de dihewîne. Bi vê yekê tê armanc kirin ku daxwazên çareseriyê derbasî qonaxa zagonî bibin û di qanûnên welat de guhertinên pêwîst werin kirin.
Ji guhdarkirinê ber bi biryaran ve
Ev komîsyon di meha Tebaxa 2025an de hatibû avakirin û di qonaxa yekem de guh dabû nerîn û daxwazên tuîjeyên cuda yên civakê û aliyên siyasî. Heya niha "qonaxa guhdarkirinê" bi dawî bûye û bi civîna îro re, bi fermî "qonaxa nivîsandina raportê" dest pê kir.