BCF li Efrînê di amadebaşiyê de ye: Xurek, derman û stargeh ji bo awareyan peyda dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Pêşewa Pehlewî ragihand, di nava 48 saetên dawî de, zêdetir 25 hezar malbat ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê koçberî herêma Efrînê bûne. BCF’ê ji bo koçberan navendên stargehê ava kirin û dest bi dabeşkirina xwarin û dermanan kir.
Pêşewa Pehlewî ji Kurdistan24’ê re zanyariyên herî dawî derbarê rewşa awareyên Helebê û xebatên mirovî yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) de parve kirin. Pehlewî destnîşan kir ku pêleke mezin a koçberiyê ber bi Efrînê ve diherike.
Pêşewa Pehlewî diyar kir, li gorî amarên fermî heta niha zêdetir 25 hezar malbat ji Helebê derbasî herêma Efrînê û gundewarên wê bûne.
Pehlewî herwiha got: "Ev aware li seranserî 7 nahiyeyan û 366 gundên Efrînê belav bûne. Me wekî dezgehê sê navendên sereke yên hewandina koçberan amade kirine; niha li navendekê 400 malbat û li ya din jî 200 malbat hatine bi cih kirin. Lê belê beşa herî mezin a koçberan li cem xizm û nasên xwe an jî li malên xelkê Efrînê dimînin."
Pehlewî bal kişand ser alîkariyên lezgîn ên ku dezgeh pêşkêş dike û ragihand, wan her roj dest bi dabeşkirina 3 hezar danên xwarina germ kiriye. Her wiha tîmên tenduristiyê yên BCF’ê li navenda gundê Keferûmê û navendên din di amadebaşiyê de ne, da ku alîkariya nexweş û birîndaran bikin.
Yek ji xalên herî giring ên daxuyaniya Pehlewî, rewşa derûnî ya koçberan bû. Pehlewî diyar kir ku gelek kes ji ber şer û topbaranê rastî trawmayên giran bûne û got: "Me tîmeke taybet a piştgiriya derûnî ava kiriye. Ev tîm bi taybetî ji bo zarokan çalakiyan lidar dixe, da ku wan ji bin bandora şer û wê karesatê derxîne. Armanca me ew e ku em birînên wan ên derûnî jî bikewînin."
Berpirsê BCF’ê spasiya xelkê herêma Efrînê kir ku bi dilgermî deriyên malên xwe ji bo birayên xwe yên Helebê vekirine û hemû pêdiviyên wan dabîn dikin.
Pêşewa Pehlewî di dawiyê de tekez kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dê bi hemû şiyanên xwe ve di xizmeta awareyan de be û xebatên wan ji bo dabînkirina betanî, xurek û dermanan dê berdewam bikin.