Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Belçîkayê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 20.01.2026) li Davosê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Belçîkayê Maxime Prevot re civiya.
Her du aliyan di wê civînê de tekezî li ser xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Belçîkayê de kir, bi taybetî jî di warê pêşxistina veberhênan û bazirganiyê de.
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Belçîkayê di wê civînê de piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.
Rewşa giştî ya Iraq û deverê û rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê jî mijarên pareka din a wê hevdîtinê bûn.
Her du aliyan nîgeraniya xwe li ser pevçûn û pêşketinên leşkerî yên rewşa Sûriyeyê û xeteriyên terorîstên DAIŞê anîn ziman, herwesa tekezî li ser xurtkirina hevkarî û hevahengiya civaka navneteweyî ji bo rûbirûbûna wan gefan û xeteriyan kir.