Almanyayê dema mana hêzên xwe li Kurdistan û Iraqê dirêj kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Almanyayê projeyasaya derbarê dirêjkirina mana leşkerên xwe de li Herêma Kurdistanê û Iraqê heta 31ê Çileya 2027an dirêj kir.
Li gorî projeyasaya hatiye pesendkirin, Almanyayê ji bo xerciyên leşkerî û mana hêzên xwe yên di nava salekê de, birê 109 milyon Euro veqetandiye. Ev biryar di demekê de hat ku biryar bû erkê hêzên Almanyayê sibê bi dawî bibe.
Almanya di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên NATOyê de, zêdetirî 500 serbazên xwe li Hewlêr û Bexdayê cih kirine. Parlamentoya Almanyayê tekez kir, armanca sereke ya hebûna van hêzan, perwerdekirina hêzên herêmî û rêgirtina li derketina nû ya rêxistina terorîst a DAIŞê ye.
Almanya yek ji welatên herî giring ê Hevpeymaniya Navdewletî ye ku piştgiriya Herêma Kurdistanê û Iraqê dike. Ji sala 2014an ve (destpêka şerê DAIŞê), Almanyayê bi bihayê zêdetirî 3 milyar Euro alîkariyên mirovî û ewlehî pêşkêşî Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye.