Firokxaneya Qamişloyê radestî hikûmeta Şamê tên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Qonaxa sêyem a rêkeftina navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê îro 4ê Sibatê dikeve warê cibicîkirinê. Di vê qonaxê de Firokxaneya Qamişlo û dergehên sînorî radestî hikûmeta navendî tên kirin.
Qonaxa sêyem a "Rêkeftina Giştî" ya navbera HSD û hikûmeta Şamê dest pê kir. Li gorî zanyariyan, îro Firokxaneya Qamişlo bi fermî radestî Desthilata Firokewaniya Sivîl a Sûriyeyê tê kirin û hêzên ewlehiya navxweyî yên hikûmetê dê tê de bicih bibin. Her wiha, tîmên teknîkî û îdarî yên hikûmetê dê li dergehên sînorî dest bi kar bikin.
Vekişîna Rûsyayê ji firokexaneyê
Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn, ji dema ragihandina rêkeftinê ve, hêzên Rûsyayê dest bi vekişîna ji Firokxaneya Qamişlo kirine. Tank û wesayîtên leşkerî yên Rûsyayê ji Qamişloyê ber bi bingehên wan ên li Lazqiyeyê ve hatine veguhestin.
Rûsyayê ev firokxane ji sala 2019an ve wekî navendeke çavdêriyê û ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê bikar dianî.
Bicihbûna hêzên ewlehiyê
Hêzeke Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê ku ji 125 karmend û 15 wesayîtan pêk dihat, duh Sêşemê derbasî bajarê Qamişloyê bû û li "Çargoşeya Ewlehiyê" bicih bû. Di qonaxên bê de, tê çaverêkirin ku kêlgehên petrolê yên Rimeylan û Siwêdiyê jî radestî Wezareta Enerjiyê werin kirin.
Deqa Rêkeftina 14 Xalî ya di navbera HSD û Şamê de:
Rêkeftina giştî ya ku di 30ê Çileya 2026an de hat ragihandin, van xalên bingehîn li xwe digire:
1- Agirbest û Girtîgeh: Ragihandina agirbesteke giştî; HSD dê parastina girtîgehên DAIŞê bidomîne û dewlet dê piştgiriya lojîstîk bide.
2- Vekişîna Leşkerî: Hêzên HSDyê ji Hesekê û Qamişlo vedikişin baregehên derveyî bajaran; Artêşa Sûriyeyê jî ber bi Şedadê ve vedikişe.
3- Hêzên Leşkerî yên Hesekê: Wezareta Bergiriyê fîrqeyeke taybet ji bo Hesekê ava dike û HSD di nava sê lîwayan de di nav vê fîrqeyê de cih digire.
4- Hêzên Kobanê: Hêzên leşkerî yên Kobanê wekî lîvaye têkelî fîrqeyeke parêzgeha Helebê dibin.
5- Ewlehiya Hundurîn: Hêzên Asayîşê (HSD) û Wezareta Navxweyî (Şam) têkel dibin û ewlehiya bajaran bi hev re diparêzin.
6- Dabeşkirina Postan: Parêzgarê Hesekê dê ji aliyê HSDê, Fermandarê Polîsan ji aliyê Şamê û Alîkarê Wezîrê Bergiriyê dê ji aliyê HSDê ve were diyarkirin.
7- Radestkirina Cihên Hestiyar: Kîlgehên neftê (Rimeylan û Siwêdiyê) û Firokxaneya Qamişlo radestî wezaretên peywendîdar tên kirin.
8- Dergehên Sînorî: Dergehên Sêmalka û Nisêbînê tên vekirin û karmendên dewletê tê de dest bikar dikin.
9- Saziyên Sivîl: Hemû saziyên Rêveberiya Xweser têkelî saziyên dewletê dibin û karmendên wan bi fermî tên qebûlkirin.
10- Bajarên Bêleşker: Qedexe ye ku hêzên leşkerî derbasî nav bajaran (bi taybetî navçeyên Kurdî) bibin.
11- Bawernameyên Xwendinê: Hemû bawernameyên dibistan û zanîngehên Rêveberiya Xweser ji aliyê dewletê ve tên qebûlkirin.
12- Medya û Rêxistin: Destûra karkirinê ji bo hemû sazî û medyayên herêmê li gorî qanûnên dewletê tê dayîn.
13- Perwerdehiya Kurdî: Gotûbêj li ser taybetmendiya perwerdeya bi zimanê Kurdî bi Wezareta Perwerdeyê re berdewam dikin.
14- Vegerîna Koçberan: Vegerandina koçberan ji bo Efrîn, Serê Kaniyê û Şêx Meqsûd tê mîsogerkirin.