Myles Caggins: Amerîka ji ber bêbaweriya bi artêşa Sûriyeyê vedikişe

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand Kolonel Myles Caggins, vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê, ji ber bêbaweriya bi artêşa Sûriyeyê ye. Herwiha tekez kir, Washington hêzên xwe vediguhêze Herêma Kurdistanê û Urdinê, daku ji nêz ve çavdêriya rewşê bike.

Kolonel Myles Caggins ji Kurdistan24ê re aşkere kir, metirsî û çalakiyên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hîn jî berdewam in. Caggins hişyarî da ku divê hêzên hevpeyman di amadebaşiya tam de bin û destnîşan kir ku Amerîka dê bi rêya dayîna zanyariyên îstîxbaratî, piştgiriya darayî û şêwirmendiyê, piştgiriya xwe ya ji bo têkbirina terorê berdewam bike.

Kolonel Caggins sedema sereke ya vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê vegerand bo wê yekê ku Washington nikare baweriyê bi artêşa niha ya Sûriyeyê bîne. Herwiha got: "Washington nikare hevpariyê bi artêşa Sûriyeyê re bike, ji ber ku hîn jî hinek endamên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê xwedî bi bîr û baweriyên cîhadî ne. Lewma Amerîka naxwaze di nav jîngeheke wiha de bibe hevpar."

Caggins her wiha bang li Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera kir ku ezmûna xwe ya di rûbirûbûna komên tundrew de bikar bîne.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Caggins pesnê hêzên Pêşmerge û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da û got: "Pêşmerge û HSD hevpeymanên serkeftî û cihê baweriya herdemî ya Amerîkayê ne. Wan herêmeke parastî û aram ji bo Washingtonê dabîn kiriye."

Derbarê cihê nû yê hêzên ku ji Sûriyeyê vedikişin, Caggins aşkere kir ku ew ber bi Herêma Kurdistanê û Urdinê ve birê ketine. Ev yek dihêle ku Amerîka ji bo her egereke karesatî yan ji nişka ve li Sûriyeyê nêzîk bimîne.

Herwiha wî da zanîn, ji ber heman bêbaweriya bi artêşa Sûriyeyê, biryar hatiye dayîn ku çekdarên girtî yên DAIŞê ji Sûriyeyê ber bi nav xaka Iraqê ve werin veguhastin.

Di dawiyê de, Myles Caggins bal kişand ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û got, niha rewş li gorî meha Çileya îsal aramtir e, lê biryara vekişînê piştî nirxandineke hûr hat girtin; ji ber ku derket holê ku mayîna li gel artêşa Sûriyeyê ji bo hêzên Amerîkî ne ewle ye.