Konsulê Rûsyayê pesnê bizavên Serok Barzanî dide
Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê ragihand ku, Mosko rewşa Sûriyeyê bi baldarî dişopîne û girîngiyê dide bizavên serokatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji bo sivikkirina aloziyan. Herwesa pesnê rola Serok Barzanî da, ku alîkariya Şam û HSDê kir ji bo ku bigihîjin peymanê.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maxim Rubin îro (Sêşem, 24ê Sibata 2026ê) di çavpêkeftineka taybet de bi kanala Kurdistan24ê re nêrîna welatê xwe li ser guhertinên rewşa Sûriyeyê û rola Herêma Kurdistanê di pêvajoya aştiyê de pêşkêş kir.
Maxim Rubin amaje da pêgeh û girîngiya erdnîgeraniya siyasî ya Sûriyeyê û ragihand: Sûriye li ser asta deverê û cîhana Erebî yek ji welatên girîng e. Ew şer û gêleşoka ku bi salan e li wî welatî diqewime zirar daye tenahiya deverê hemiyê.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, Rûsyayê ji bo çareserkirina wê krîzê gelek bizav kirine û di vê qonaxê de jî ji bo her alîkariyekê amade ye.
Navbirî di derheqa aloziyên vê dawiyê yên Rojavayê Kurdistanê de jî ron kir ku, Mosko rewşê bi baldarî dişopîne, xasma jî pêngavên ku serkirdetiya Herêma Kurdistanê ji bo aramkirina wê rewşê avêtine.
Maxim Rubin di pareka din a gotinên xwe de pesnê rola Serok Barzanî û serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê da û got: Em dizanin ku Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî şîretên pir bikêr û avaker dane her du aliyên Şam û HSDê, herwesa ji bo danûstandinan mêvandariya şandeyên herdu aliyan kiriye.
Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Herêma Kurdistanê ew pêngavên Herêma Kurdistanê "erênî û bibandor" wesif kirin û hêvî kir ku, ew danûstandinên ku di bin çavdêrî û mêvandariya Hewlêrê de tên lidarxistin encamên erênî hebin û bibin sedema nehêlana aloziyan û peydakirina lihevirineka berfireh li Sûriyeyê.