Erdogan: Li Tirkiyeyê qonaxeke nû dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan destpêkirina werçerxaneke nû ya siyasî li welatê xwe ragihand û tekezî li ser berdewamiya pêvajoya aştiyê kir.
Erdogan îro 25ê Sibatê di gotarekê de bal kişand ser gavên paşerojê û diyar kir, raporta komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê dê bibe bingeh û nexşerêya sereke ya vê qonaxê. Erdogan herwiha bang li hemû aliyên siyasî kir ku bi ruhekî berpirsyarî piştgiriyê bidin naveroka vê raportê, daku ev pêvajo biser bikeve.
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de ragihand: "Baweriya me ya tam bi prensîpa biratiya di navbera pêkhateyan de heye." Herwiha destnîşan kir jî, ev yek ji bo xurtkirina yekrêziya navxweyî û dawîanîna li nakokiyan, gaveke dîrokî ye.
Di dawiya gotara xwe de, Serokkomarê Tirkiyeyê armanca dawî ya vê pêvajoya nû bi van peyvan anî ziman: "Armanca me ya bingehîn Tirkiyeyeke bê teror e."
Her di vê derbarê de jî, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek îro pêştir ragihandibû, raporta dawî ya Komîsyona Parlamentoyê ya derbarê "Tirkiyeyeke Bêteror" de hatiye temamkirin û pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatiye kirin.
Wezîrê Dadê derbarê armanca sereke ya dewletê de got, armanca wan a dawî ew e ku PKK çekan deyne û bi temamî were hilweşandin. Divê baş were zanîn ku di nav vê pêvajoyê de bi ti awayî lêborîneke giştî tune ye.