Amerîkayê êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê êrîşa terorîstî ya milîsên girêdayî Îranê ya li ser mala taybet a Serokê Herêma Kurdistanê li Dihokê bi tundî şermezar kir. Waşintonê herwesa ew êrîş wekî destdirêjiyeke rasterast li ser serwerî, tenahî û yekparçeyiya Iraqê binav kir.

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro (Yekşem, 29ê Adara 2026ê) daxuyaniyeke fermî weşand û tê de helwesta xwe li ser armanckirina mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî eşkere kir.

Amerîkayê di daxuyaniya xwe de ew êrîş wekî êrîşeke ehrîmenî û terorîstî wesf kir û ragihand ku, kiryarên wesa ji aliyê Îranê û komên milîs ên wekîlên wê li Iraqê ve tên kirin.

Wezaretê navbirî herwesa got, "Ev êrîş ne tenê Serokê Herêma Kurdistanê dikin armanc, belkî li ser serweriya welat êrîşên rasterast in û aramî û yekîtîya ku wî welatî pêdivîtî pê heye têk didin."

Waşintonê tekez jî kir ku, ew hemî wan kiryarên terorîstî yên bêserûber û tirsonekane yên ku Îran û wekîlên wê li Herêma Kurdistanê û hemî deverên din ên Iraqê belav kirine, bi tevahî şermezar dike.

Mala Serokê Herêma Kurdistanê û çend cihên din ên nav bajarê Dihokê duhî (28ê Adara 2026ê) rastî êrîşeke bi dronan hatin. Gelek aliyan li Herêma Kurdistanê, Iraqê, deverê û cîhanê helwesta xwe li ser wan êrîşan eşkere kir û bi tundî şermezar kirin.