Silêmanî: Erdhejek li bajarkê Çemçemalê çê bû
Navenda Nûçeyan – Serê sibeha îro erdhejerekê bi hêza 4 pileyan li gorî pîvana Richterê bajarkê Çemçemalê û derdora wê hejandin. Ji ber wê erdhejê, zirar gihîşt çend xanî, avahî û timbêlan û alozî ket nav wî bajarkî.
Erdhejek li serê sibeha îro Înê, 14ê Tebaxa 2026ê, li bajarkê Çemçemalê ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê çê bû. Ji ber hêza wê erdhejê, dîwarên çend xanî, dukan û navendên bazirganiyê derizîn û zirar gihîşt çend timbêlan jî.
Rêveberiya Keşnasiyê ya Çemçemalê ragihand ku hêza wê erdhejê li gorî pîvana Richterê 4 pile bûye û navenda wê jî nêzîkî gundê Qeretamorê bûye.
Li gorî gotina welatiyan, hêza wê erdhejê bi rengekê wesa bûye ku welatî bi tirs ji malên xwe derketine kolanan. Herwesa ji bo hişyarkirina xelkê, çend kesên çekdar gule berdane asman û di encamê de guleyek bi kesekî ketiye û birîndar bûye.
Di vîdeoyekê dce, ku di dema wê bûyerê de hatiye girtin, welatiyek dibêje: "Ji tirsa erdhejê em nikarin biçin hundir, ji tirsa guleberdanê jî em nikarin li derve bimînin, jiyana xelkê ketiye metirsiyê."