Swêd pêşwaziya projeya çaksaziyê ya polîsên Kurdistanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke bilind a welatê Swêdê bi serokatiya Cîgirê Komîşinerê Polîsên Niştimanî yên Swêdê û Balyozê wî welatî li Îraqê kir; di wê civînê de pêşxistina hevahengiya ewlehiyê, rûbirûbûna tawanên rêxistî û piştevanîkirina projeya çaksaziyê di kertê polîsên Kurdistanê de hatin nîqaşkirin.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, di dîwana wezaretê de pêşwaziya şandeke bilind a welatê Swêdê kir, ku ji Cîgirê Komîşinerê Polîsên Niştimanî yên Swêdê Stephen Hector, Balyozê Swêdê li Îraqê û şandeke pê re pêk hatibû.
Li gorî ragihandina Wezareta Navxwe, di dema wê dîdarê de şanda mêvan pesna rola dîrokî û giring a Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û şikandina terorîstên DAIŞê de kir.
Herwisa spasdariya xwe ji bo peywendiyên xurt ên di navbera her du aliyan de diyar kirin, bi taybetî di warên rûbirûbûna tawanên rêxistî, girtina tawanbaran û radestkirina daxwazkeran, herwisa amadebûna fermî ya welatê xwe ji bo pêşkêşkirina piştgirî û alîkariya pêdivî bi arasteya biserxistina projeya çaksaziyê di kertê polîsên Herêma Kurdistanê de nîşan da.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî ji aliyê xwe ve dilxweşiya xwe bi wê dîdarê û ezmûna dewlemend a alîkariya hevpar a di navbera her du welatan de di şerê li dijî terorê û binbirrkirina cûnên tawanên rêxistî de diyar kir.
Rêber Ehmed heriwsa spasiya hikûmet û gelê Swêdê kir, ji ber piştgiriya wan a berdewam di warên cuda cuda de û bi taybetî di mêvandarkirin û hewandina hejmareke zêde ya penaberên gelê Kurdistanê de, ku di westgehên bizehmet ên dîrokê de welatê Swêdê wekî penageheke aram hilbijartiye.
Her du aliyan tekez li ser giringî û zerûreta xurtkirina hevahengiya navdewletî di navbera dezgehên ewlehiyê de kir, wekî bingeheke serekî bo parastina ewlehî û tenahiya serweriya qanûnê û rûbirûbûna bandora torên tawanên rêxistî.