Niştecihên Pirdê daxwaza vegera hêza Pêşmerge dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî, ji ber çûna hêzeke mezin a ewlehiyê bo nav Pirdê û pevçûnên wan ên bi çekdarên DAIŞê re, rewşa ewlehiyê ya herêmê aloz bû. Di vê çarçoveyê de, welatiyên bajarokî daxwaz dikin ku hêza Pêşmerge vegere devera wan da ku can û malê niştecihan biparêze.
Welatiyekî Pirdê di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re got: "Hemû rêyên Pirdê girtine û destûr nayê dayîn ku ti kes çûnûhatinê bike; hemû kolanên bajarokî jî ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin û kes nikare ji malên xwe derkeve. Rewş gelekî xerab e û em di nav tirs û nîgeraniyeke mezin de ne. Em bi tirs ji malên xwe derdikevin; bi şev eger em dereng bimînin tên ser me û êdî ne guncav e em bi şev li derve bin."
Welatiyekî din ê bajarokî jî behsa wê yekê kir ku Pirdê tije kesên biyanî bûye, kes nizane ew kî ne û ji ku derê hatine.
Ji aliyekî din ve, niştecihekî din ê deverê got: "Rewş qet ne baş e û valahiya ewlehiyê heye. Em daxwaz dikin ku hêza Pêşmerge ligel artêşa Iraqê vê valahiya ewlehiyê dagirin, çimkî ev ne jiyan e ku xelkê Pirdê tê de dijîn; piraniya gundan jî ji ber vê valahiya ewlehiyê û rewşa metirsîdar a deverê hatine valakirin."
Herwiha welatiyekî din ê Pirdê tekez kir: "Rewş gelekî metirsîdar e û qet ne baş e. Em hêvîdar in hêza Pêşmerge vegere vê derê, ji ber ku artêşa Iraqê şarezayiya wê li vê herêmê nîne û valahiyeke mezin a ewlehiyê heye."
Ragihandina Ewlehiyê ya li Ofîsa Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê di daxuyaniyekê de eşkere kir ku demjimêr 8ê êvara roja Înê, 13ê Mijdara 2026an, di encama operasyoneke taybet û derbeyeke asmanî ya hûr a firokvaniya artêşê de li bajarokê Pirdê, sê terorîst hatine kuştin û yekî din jî hat desteserkirin.
Li gorî zanyariyan, bi dûrahiya du heta sê kîlometreyan ji Pirdê valahiyeke mezin a ewlehiyê heye ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an çêbûye. Ew dever ji ber hebûna zeviyên berfireh ên çandiniyê bi hêsanî nayê kontrolkirin û gelek caran çekdarên DAIŞê bi mehan di nav pûş û giyayê zeviyên çandiniyê de xwe vedişêrin.