AK Parti dixwaze Rewşa Awarte bê dirêjkirin

Cîgirê Serokê Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Parti) Hayati Yazici di hevpeyvîna xwe ligel Haberturk TV de, pêwîstiya dirêjkirina Rewşa Awarte li Tirkiye anî ziman.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Partiya Maf û Geşepêdanê (AK Parti) Hayati Yazici di hevpeyvîna xwe ligel Haberturk TV de, pêwîstiya dirêjkirina Rewşa Awarte li Tirkiye anî ziman.

Yazici daxwaza dirêjkirina Rewşa Awarte bi egera rewşa taybet li Tirkiye binavkir û got: “Rewşên ku bûn eger Rewşa Awarte bête ragihandin hîn jî berdewam in. Ji ber vê yekê dive bê dirêjkirin. Biryara vê jî dê Parlemento bide. Hewla Kodetaya Serbazî, ev yek li ser Tirkiye sepand û metirsiyên wê hewlê hîn jî berdewam in”