Waliyê Hewlêrê: Di çanda Kurdistanê de sotina ala û sembolan nîne!
Waliyê Hewlêrê, îddiayên şewitandina alaya Iraqê li Hewlêrê red dike!

Hewlêr (K24) - Parêzgarê (walî) Hewlêrê Dr. Firsat Sofi dibêje, "Alaya Iraqê li Hewlêrê nehatiye şewitandin. Dîmen û nûçeyên di sosyal medyayê (Medyaya Civakî) de tên belavkirin ne li Hewlêrê ne û kevn in."
Alîgerên Heşda Şebî êriş birin ser Baregeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). Alaya Kurdistanê jî şewitandin.
Sebaret bi vê mijarê li ser Medyaya Civakî hinek vîdeo û wêneyên kevin hatin belavkirin. Têde gotin alaya Iraqê li Hewlêrê tê şewitandin.
Waliyê Hewlêrê Sofî ji Kurdistan24'ê re dibêje, "Ev vîdyoya ku li ser medyaya civakî tê belav kirin, wekî şewitandina ala Iraqê li Hewlêrê, wekî berteka li hember şewitandina Alaya Kurdistanê li Bexda, bê bingeh e û nerast e".
Sofî diyar kir ku ew vîdeo kevn e û sala 2017'ê hatiye kêşan.
Sofî dibêje, "Me wekî rêveberiya parêzgeha Hewlêrê û komîteya ewlehiyê li parêzgehê, me hemû asayîş û polîs agahdar kirine. Ser navê çi tiştî rê nedin çi kes hewl bidin êrişa nîşanan bikin, yan jî xwedê neke alayan bisojin. Nabe êrişê bidin ser çi reng û nîşanên çi aliyan."
Her wiha Sofî piştrast dike ku, "Kiryarên wisa di çand û ferhenga civaka Kurdistanê de nîne."
Her wiha Sofî, bang li hemû kes û aliyan kir ku êrişî çi sembol û alayan nekin.
Her wiha parêzgarê Hewlêrê daxwaz ji hemû hemwelatiyan kir ku ew tişta li Bexdayê hatiye kirin li Herêma Kurdistanê neyê kirin. Got, "Bi wan kiryaran em ji wan kesan baştir nabin!"
Alîgirên Heşda Şe'bî bi ala Heşdê, avêtin ser Baregeha Liqa 5 a PDK'yê û tevî şewitandina baregehê û bilindkirina ala milîsan li ser baregehê, Ala Kurdistanê jî şewitandin.
Serok Mesûd Barzanî di daxûyaniya xwe de got: "Em bi awayekî herî tund, wê êrîşa nemerdane şermezar dikin û em li vir radigihînin ku ev cûre êrîş û destdirêjî bi ti awayî ji pêgeha Kurd û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê kêm nake, lê bi awayekî eşkere paşketîbûn û bêferhengî û zihniyeta wê koma şerxwaz ji her kesî re nîşan dide.Em tekez dikin ku kesên bixwazin êrîşî PDKê bikin û sivikatî li nirxên gelê Kurdistanê bikin, dê baca wan kiryarên xwe bidin."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî daxûyaniyek da û got:
"Bêrêziya li hember pîroztirîn sembola Kurdistanê û şewitandina wê û girtina ser baregeha partiyekê ku zêdetirîn qurbanî ji bo rûxandina rêjîma BEES a dîtktaro li Iraqê û bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê daye, êrîşeke aşkere li ser buhayên demokrastî, pêkvejiyan û aştiya civakî li Iraqa federalî ye."
Vîdeo: Waliyê Hewlêrê Dr. Firset Sofî bi Kurmanciya Navendî (Soranî) bersiva pirsên Kurdistan24'ê dide: