Ji Erdogan daxuyaniya li ser dema hilbijartinên Tirkiyê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hilbijartinan careke din amaje bi 14ê Gulanê dide û dibêje dê xelkê Tirkiyê di wê rojê de ya pêwîst bike.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo hilbijartinan careke din amaje bi 14ê Gulanê dike û dibêje dê xelkê Tirkiyê di wê rojê de ya pêwîst bike.

Recep Tayyip Erdogan di civîna firaksiyona partiya xwe de axivîn û rexne li partiyên opozîsyonê girt û got, dê xelkê Tirkiyê di 14ê Gulanê de bersiva wan bide.

Erdogan got: “Vî tiştî baş bizanin ku, ev milet dê înşallah di 14ê Gulanê de ya pêwîst bike û qedir nede wan kesên ku ji ber xwe ve diaxivin û çi tê ber devê wan dibêjin.”

Herwiha dibêje: “Em her tiştê ku tê gotin niha li cem xwe têbinî dikin û dema wê hat em ê eşkere bikin. Niha tekane rojeva me erdhej e û bi rojevên din xwe mijûl nakin.”