Lêkolerekî siyasî: Tevgera Sedir vedigere nav piroseya siyasî ya Îraqê û tevlî hilbijartinan dibe

Muqteda Sedir
Muqteda Sedir

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî zêdetirî du salên dûrkeftinê ji piroseya siyasî, tevgera niştîmanî ya Şîeyan a Muqteda Sedir wesa diyar e li deriyekî bigere ku, tê re vegere nav piroseya siyasî û hilbijartinên ku biryar e li dawiya sala bê bên kirin.

Îraqî li benda vegeriyana Sediriyan û livînên siyasî yên wê tevgerê ne. Ev di demekê de ye ku Rêberê Tevgera Niştîmanî ya Şîeyan niyeta xwe ji bo wê vegeriyana siyasî ya xelk li bendê ranegehandiye, lê pêşbînî tê kirin ku Tevgera Sedir yek ji hevrikên berîkaneya dijwar a hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê be.

Şirovekerê Siyasî Îsam Feylî di derheqa vegeriyana Sediriyan ji bo nav piroseya siyasî de got, “Piroseya siyasî pêdivîtî bi vegeriyana Sediriyan heye ku xwediyên bingeheke berfireh a cemawerî ne.”

Îsam Feylî herwesa eşkere kir, “Peywendiya hin aliyên nav Çarçoveya Hevahengiyê heta niha jî bi Sediriyan re berdewam e, bi wê hêviyê ku bi Sedir re hevpeymanîtiyê girê bidin, herwesa hêzên Sunî jî hest bi valahiya nebûna Sediriyan dikin û wesa difikirin ku li dû lihevkirinan maf pê nehatiye dan.”

Edilandina qanûna hilbijartinan di demekê de ye ku, hilbijartinên civatên parêzgehan li dû qanûna nû ya Sant Lîgo bazinên hilbijartinan ji 83 bazinan bo 18 bazinan hatin guhertin, lewma niha pêşniyara edilandina nû ya qanûna hilbijartinan tê kirin, ku sîstema Sant Lîgo ya 1.7 bo 1.9 bê guhertin.

Ev guhertin bi dilê Tevgera Sedir jî ye û hejmareke hêzên Şîeyan ên nav çarçoveya hevahengiyê jî pê re ne, armanca wê edilandinê jî ji bo sinordarkirina alîgirên Serokwezîrê Îraqê di hilbijartinên bê de ye.

Lêkolerê Karûbarên Siyasî yên Îraqê Nasir Dureyd jî got, “Bi piştrastî ve Tevgera Sedir vedigere û tevlî piroseya siyasî û hilbijartiên bê dibe, ku biryar e li dawiya sala bê bên kirin.”

Nasir Dureyd tekez jî kir, “Çavê Sediriyan li wê yekê ye ku piraniya Civata Nûnerên Îraqê bi dest bixin, ku ev çend sal in xewnan pê ve dibînin.”

Li dû gotina Dureyd, “Sedir li ser wê yekê nafikire ku bi aliyên Şîeyan ên desthilatdar re hevpeymaniyê çê bike, belkî dixwaze di hikûmeta bê de yekane nûnera Şîeyan be û careke din bi dostên xwe yên berê re hevpeymaniyê girê bide.”