Balyozê Amerîkayê li Îraqê: Amerîka pabendî alîkarîkirina Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoz Daniel Rubinstein dike, ku karûbarên Balyozê Amerîkayê li Îraqê bi rê ve dibe, û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 29.01.2025) pêşwaziya Balyoz Daniel Rubinstein kir, ku karûbarên Balyozê Amerîkayê li Îraqê bi rê ve dibe.
Di ragehandineke Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye ku, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser peywendiyên Amerîkayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa Herêma Kurdistanê, encamên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û bizavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yekkirina hêzên Pêşmergeyan û piroseya çaksaziyê li wezareta Pêşmerge û pêşhatên Sûriye û deverê hatin kirin.
Di wê ragehandinê de herwesa amaje hatiye dan ku, Balyoz Daniel Rubinstein tekez li ser pabendiya Amerîkayê bi berdewamiya alîkarî û piştgiriyê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye. Nêçîrvan Barzanî jî spasî û rêz ji bo alîkarî û piştgiriya Amerîkayê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê diyar kirine, xasma jî di warê berhingarbûna terorê de.
Her di wê ragehandinê de hatiye ku, her du alî li ser giringiya parastina aramî û seqamgiriya deverê û karkirina ji bo berqerarbûna aştiyeke binecih hevnerîn bûne, herwesa dîtin û nerînên xwe li ser rewşa Êzidiyan li Şingalê û Kiristiyan û pêkhateyên din li deşta Neynawayê jî li hev guhertine.
Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê jî di wê hevdîtinê de amade bûbû, ku tê de bal kêşa ser çend pirsên din jî.
