Serok Barzanî: Divê li Îraqê kar bi pirinsîpên hevparî û hevsengî û hevdengiyê bê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 19.02.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Îraqê Daniel Rubinstein kir.

Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de danûstandin li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Îraq û Sûriyeyê û dawî pêşhat û guhertinên deverê hatin kirin. Herwesa behsa encamên serdana şanda Îmraliyê ji bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina nabera Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî jî hat kirin.

Her di wê ragehandinê de hatiye, “Têkeliyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Îraqê ya Federalî mijara tewerekî din ê wê hevdîtinê bû, û Serok Barzanî zêdebarî amajedana bi reftarên nehejî û azardana cotyarên Kurd li parêzgeha Kerkûkê, amaje da ku ev reftar nîşanên aqiliyeta şovenî ne û dîmenên jenosîda gelê me tînin bîra me.”

Serok Barzanî tekez jî kir, “Divê li Îraqê di çarçoveya destûrî de kar bi pirinsîpên hevparî û hevsengî û hevdengiyê bê kirin.”