DEM Partî piştî civîna bi Erdogan re: Îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re daxuyaniyek da û ragihand ku "îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome."
Hevdîtin îro 7ê Tîrmehê li Kulliyeya Serokkomariyê ya li Beştepeyê pêk hat û nêzîkî saetekê ajot. Ji aliyê DEM Partiyê ve endamên Şandeya Îmraliyê Pervin Buldan û Mithat Sancar, ji aliyê hikûmetê ve jî ligel Erdogan, Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û Cîgirserokê Giştî yê AKP'ê Efkan Ala beşdarî civînê bûn.
Piştî civînê, Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku şandeyê nêrîn û pêşniyarên xwe yên derbarê "qonaxa nû ya pêvajoyê û tiştên ji vir û şûnde dê bên kirin" de pêşkêşî Erdogan kirine.
Daxuyaniya DEM Partiyê bi van gotinên girîng bi dawî bû: "Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku îradeya her du aliyan a ji bo domandina pêvajoyê didome."