Amerîka: Hinardekirina petrolê di berjewendiya tevahiya Iraqê de ye

Tammy Bruce
Tammy Bruce

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku, hinardekirina petrolê bi rêya benderê Ceyhanê dê feydeyî bigehîne tevahiya Iraqê.” Daxwazê jî dike ku Herêma Kurdistanê û Iraq pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce îro (Sêşem, 08ê Tîrmeha 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de got, "Em Hewlêr û Bexdayê pal didin ku pirsa mûçeyan û arêşeyên navbera xwe bi diyalogê çareser bikin."

Tammy Bruce herwesa got, "Çareseriyeke serketî ye ku di berjewendiya tevahiya Iraqê de be, bi awayekî ku hinardekirina petrolê bi rêya benderê Ceyhanê dest pê bike, da ku derfetê bi şîrketên Amerîkayî bidin ku li wê derê bixebitin û bi rêya wan şîrketan bêtir enerjiyê berhem bînin."

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê di derheqa Îranê de jî got, “Divê Îran vegere ser maseya danûstandinan.”

Tammy Bruce di derheqa Xezzeyê de jî got, “Donald Trump li ser agirbesta Xezzeyê geşbîn e û hêvî jî bi pêşveçûnan li ser agirbesta Xezzeyê heye, di eynî demê de Trump pabendî aştiya cîhanî ye jî.”

Berdevka navbirî amaje jî da, "Em agirbesta Xezzeyê dişopînin û em geşbîn in ku ew dê di demeke nêzîk de bê ragihandin. Herwesa di wê çarçoveyê de jî em li ser belavkirina alîkariyên mirovî û azadkirina rehîneyan jî disekinin.”

Tammy Bruce eşkere jî kir, "Têkiliyên di navbera Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de eşkere ne. Ev hemî nîşanên hindê ne ku niha derfetek heye, di demekê de ew komên çekdar ên ku ji hêla Îranê ve alîkariyê wan dihat kirin lawaz bûne."

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê ron jî kir, “Nabe ku Hemas bibe pareke paşeroja Xezzeyê, belkî divê xelk biryarê li ser paşeroja wê sektorê bide.”

Tammy Bruce tekez jî kir, "Amerîka aştiya cîhanî dixwaze, ew armanca me ye û em bi hevkarên xwe re li ser wê dixebitin ji ber ku ev ji bo cîhanê û ji bo Amerîkayê jî girîng û erênî ye."

Berdevka navbirî di derheqa Ukraynayê de jî got, “Em wekî hevpeymaneke bihêz a Ukraynayê dimînin. Bi merema parastina xwe, şandina çek û kelûpelên leşkerî ji bo wî welatî dîsa tê destpêkirina.”

 
Fly Erbil Advertisment