Şanda DEM Partiyê û kesayetiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê spasiya Serok Barzanî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke payebilind a Dem Partiyê û hejmarek kesayetiyên siyasî îro li gel Serok Barzanî civiyan û jê xwastin ku di piştgirîkirina pêvajoya aştiyê de berdewam be û serdana Abdullah Ocalan bike. 

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de belav kir, Serok Mesûd Barzanî îro 11ê Tîrmehê pêşwazî li şanda payebilind a Dem Partiyê û kesayetiyên siyasî kir. Şande ji Ehmed Turk, Leyla Zana, Sirri Sakik, Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîdem Kiliçgun Uçar, Parlamentera Dem Partiyê Meral Danişbeştaş û Berpirsê Têkiliyên Derve yê Dem Partiyê Berdan Ozturk pêk dihat.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan spasiya Serok Barzanî kir ji ber "rola wî ya bihêz, neteweyî û stratejîk di piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de." Herwiha daxwaz jê kirin ku di qonaxên cuda de di piştgirîkirina vê pêvajoya dîrokî de berdewam be.

Şandê, ligel gihandina peyam û daxwaza Abdullah Ocalan, daxwaz kir ku Serok Barzanî serdana wî bike.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku pêngavên di pêvajoya aştiyê de hatine avêtin pêngavên giring û di arasteyeke rast de ne. Herwiha ragihand ku pêvajoya aştiyê pêwîstî bi bêhnfirehî û hûrbîniyê heye, da ku bigihîje encameke baş.

Serok Barzanî gotina xwe ya navdar dubare kir û got: "Deh sal gotûbêj ji saetekê şer çêtir e. Bi şer û tundûtûjiyê pirsgirêk çareser nabin û divê pişta xwe bi xebata siyasî, diyalog, hevduqebûlkirin û dîplomasiyê were girêdan."

Serok Barzanî herwiha diyar kir, ji bo serxistina pêvajoya çareseriyê çi ji destê wî bê, ew ê kêmasiyê neke. Derbarê daxwaza serdana bo cem birêz Ocalan jî ragihand ku "di rewşeke guncayî de, serdan dê were encamdan."

Di dawiyê de, Serok Barzanî daxwaz kir ku hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê piştgiriya pêvajoya çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê bikin.