Serok Barzanî û Mihemed Hesan li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê axivîn

Serok Barzanî û Mihemed Hesan
Serok Barzanî û Mihemed Hesan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê kir û pê re danûstandin li ser hin mijarên girîng kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 30 Tîrmeh 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Mihemed Hesan kir.

Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de got, "Di wê civînê de behsa têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de hat kirin.”

Baregayê Barzanî eşkere jî kir, “Herwesa tekez li ser hevahengî û xebata hevpar a aliyan ji bo derbaskirina pirsgirêk û qebxwaziyan hat kirin."

Rewşa siyasî û guhertinên dawiyê yên deverê jî mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment