Alî Babacan: Tiştê ku li Kobanê diqewime li dijî mirovahiyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li ser êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê û geşedanên dawî yên li Sûriyeyê , serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan kirin. Babacan piştî civînê diyar kir, krîza li Kobanê ketiye asteke "li dijî mirovahiyê".
Şandeyeke bilind a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, herwiha Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî pêk dihat, îro 29ê Çileyê li Enqereyê serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan kir.
Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan piştî civînê daxuyaniyek da û bal kişand ser peywendiya navbera krîza Sûriyeyê û rewşa navxwe ya Tirkiyê. Babacan got: “Ji aliyekî ve pêvajoyeke aştiyê li welatê me tê nîqaşkirin, ji aliyê din ve pêvajoya avakirina Sûriyeya nû heye. Her du pêvajo bi hev ve girêdayî ne û bandorê li hev dikin.”
Alî Babacan derbarê paşeroja Sûriyeyê û parastina mafên pêkhateyan de got: “Li Sûriyeyê karê herî pêşîn parastina sivîl, jin û zarokan e. Hikûmeteke xurt tenê bi bidestxistina baweriya welatiyên xwe dikare ava bibe. Dibe ku îro welatek piştgiriya te bike, lê dibe ku sibe ew piştgirî nemîne. Ji ber vê yekê divê bi rêya destûreke nû mafên hemû welatiyan bên naskirin. Pêwîst e Şam di vî warî de gavan bavêje.”
Babacan herwiha tekez kir, parastina yekparçebûna xaka Sûriyeyê giring e, lê divê ev yek bi rêzgirtina li pirrengiya welat pêk bê. Babacan got: “Divê bi Kurdan û hemû pêkhateyên din re, serederî bi awayekî baş bê kirin û pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Mixabin rewşa ku îro li Kobanê heye, li dijî mirovahiyê ye.”