Sefîn Dizeyî: Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê zirareke mezin gihandiye Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Nivîsîngeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Duşem, 8ê Îlona 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Herêma Kurdistanê kariye cihekê aborî yê bihêz ji xwe re çê bike û bi rengekê berçav pêş ve biçe, herwesa ji ezmûna welatên din feyde wergirtiye da ku aboriya xwe pêş bixe.”
Sefîn Dizeyî amaje jî da, “Herêma Kurdistanê wekî sûkeke mezin û vekirî ji bo sektora taybet tê dîtin û siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ew e ku, girîngiyeke mezin bide vê sektorê. Ev jî bi wê armancê ku, aboriyê pirreng bike û deriyê veberhênana biyanî veke û veberhêneran ji welatên cuda cuda bikişîne Herêma Kurdistanê.”
Navbirî behsa hebûna qanûneke veberhênanê ya baş li Herêma Kurdistanê jî kir û tekez kir ku, tevî astengiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, ew ji bo pêşxistina têkiliyên aborî bi welatên biyanî re ne rêgir in.
Serokê Nivîsîngeha Têkiliyên Derve eşkere jî kir, “Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkayî bizavên xwe ji bo pêşxistina hevkariyê di hemî waran de zêde kirine, bi armanca bikranîna derfetên veberhênanê û afirandina projeyên nû. Di vê çarçoveyê de jî, Konsulê Holandayê dê vê êvarê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê korbendeka aborî ya girîng li dar bixe.”
Sefîn Dizeyî di derheqa mijara hinardekirina petrolê de jî got, “Mixabin vê pêvajoyê demeke dirêj vekêşa. Ji 25ê Adara 2023ê heta niha, Iraq û Herêma Kurdistanê ji ber rawestandina hinardekirina petrolê zêdetirî 28 milyar dolaran zirar dîtiye. Her çend Iraqê dixwest ku bi rêya Dadgeha Parîsê Tirkiye wê qerebû bike jî, lê Tirkiyeyê hîn jî ev biryar bi cîh neaniye. Iraq li bendê ye ku nêzîkî milyarek û nîv dolaran werbigire, lê bi bihayê 28 milyar andolar zirar tomar kiriye, ku ev jî ji aliyê jimêryariyê ve tiştekê nerewa ye.”
Navbirî got, “Danûstandin berdewam dikin da ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di zûtirîn dem de ji nû ve bê destpêkirina û şîrketên petrolê piştrast bikin ku ew dê mafên xwe yên darayî bistînin.”
Serokê Nivîsîngeha Têkiliyên Derve spasiya Zanîngeha Cîhanê jî kir, ji ber rêkxistina semîner û konferansên girêdayî aboriyê. Herwesa ragihand ku, şandeke veberhênanê ya Amerîkayî dê bi hevkûfên xwe yên Herêma Kurdistanê re bixebite da ku rêyên hevkariyê û pêşxistina projeyên hevpar di navbera Herêma Kurdistanê û şîrketên Amerîkayî de di hemî waran de bibînin.