Cihan Hejmara miriyan a şewata Londonê gihişt 30 kesan

Hejmara miriyan a şewata Londonê gihişt 30 kesan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Ingilistanê hejmara miriyên ku di avahiyek 24 qatî de li tax a Latimer Road a Londonê de rûdayî gihişt 30 kesan, rewşa 12 kesan jî metirsîdar e.

Polisê Londonê ragihand ku, hejmara wendayiyan jî 76 kes in. Metirsî heye hejmara miriyan zêde bibe.

Îro Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May li nexweşxaneyê seredana brîndaran kir û aghadariyên berferehtir ji berpirsiyaran wergirtin.