Kurdistan Salih Muslim: Îran, Qeter û Tirkiye di nav hevkariyê de ne

Salih Muslim: Îran, Qeter û Tirkiye di nav hevkariyê de ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, di hevpeyvîna xwe li gel rojnameya fermî ya Erebistan Siûdî de diyarkir ku “Îran, Qeter û Tirkiye di nav hevkariyê de ne û ev hevkarî bûye eger ku gelek gencên Kurd jiyana xwe jidest dan e.”

Di hevpeyvîna xwe de Muslim destnîşankir ku, “pêwendiyên wan ligel Îranê nî nin û Komara Islamî ya Îranê jî wekî rejîma Suriye dijberiya Kurdan dike”.