Girê Mirozan Rihayê dike navenda geshtyariyê

Li Tirkiyê 2019 wekî sala Girê Miraza hat ragihandin. Ji ber vê yekê, bi sedhezaran geştyarên xwecihî û biyanî tên bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê û seredana Girê Mirazan dikin. Ligorî encamên lêkolînên kolyarnasan, Girê Mirazan perestgeheke kevnare ye û xwedî dîrokek 12 hezar salî ye.

K24-Riha-Amed

Li Tirkiyê 2019 wekî sala Girê Miraza hat ragihandin. Ji ber vê yekê, bi sedhezaran geştyarên xwecihî û biyanî tên bajarê Riha yê bakurê Kurdistanê û seredana Girê Mirazan dikin. Ligorî encamên lêkolînên kolyarnasan, Girê Mirazan perestgeheke kevnare ye û xwedî dîrokek 12 hezar salî ye.

Girê Miraza ango Xerabreşkê di sala 1963'an de di encama lêkolîneke ku ji aliyê Zanîngehên Stenbol û Chîcagoyê ve hat keşifkirin. Lê di sala 1983'an de şêniyên herêmê du kevirên ku fîgurên ajalan li ser in dibînin û didin Rêveberiya Geşt û Guzariya bajêr . Piştî vê keşfe xebatên kolyarnasiyê di sala 1995'an de dest pê kir. Di encama xebatan de derket holê ku Girê Miraza perestgeheke kevnareye û xwedî dîrokekî 12 hezar salan e. Li gorî gotinên dîroknasan, ev perestgeha yekemîn û mezin a cîhanê ye. Mehmûd Yildiz ji wê malbata ku vê derê keşif dike ye. Li gorî ragihandina Yildiz, Girê Mirazan bi sedsalan wekî cihekî pîroz ango ziyaret tê qebûlkirin.

Mahmûd Yildiz -erkdarê Girê Mirazdan, got:"Me li vê derê cotkarî dikir, li vê derê gelek cirn û kevir derdiketin. Me digot ev der xirabciheke kevnare ye. Niha derket holê ku perestgeh bûye. Hin kes tên li vir digirîn, hin kes dua dikin . Ji beriya vê keşfê jî xelkê me li derdora vê girî 2-3 caran digeriyan, îbadetê xwe dikirin, bi keşfê jî derket holê ku di binê erdê de jî mirovên wê demê geriyan e."

Li gorî ragihandina kolyarnasan, ev 12 stûnên ku wekî tîpa "T" hatine çêkirin, mirovan temsîl dikin.Her stûnek di navbera 40 û 60 tonan de giran in û 3 û 5 metreyan jî dirêj in. Stûn li gorî hesabekê hatine danîn. Li ser stûnan wêneyên duvpişk, rovî, ga, mar, beraz, şêr û werdekê hatine nexşandin. Li gorî ragihandina hin kolyarnasan ev wêne sembolên malbatên ku serdana perestgehê dikin in. Bi hînbûna sira Girê Mirazan hin xalên dîrokê ji nû ve tên şîrovekirin. Kolyarnas dibêjin, wekî van berheman li herêmê gelek berhemên din jî hene û bi lêkolînan dê ew jî werin keşifkirin. Ji ber van taybetmendiyan ji welêt û cihanê bi sedhezaran geştyar serdana Girê Miraza dikin.

Derya Ercan- geştyar, dibêje:"Me pêşî ev der di nûçeyan de dît, perestgehekî balkêş e, em jî ji dîrokê hez dikin me got ka em herin bibînin. Ya rast ez merak dikim, gelo wê demê çawa ev kevir li vir hatine bicihkirin, gelo mirovên wê demê li vir çi dikirin û çawa hatine vê derê. Em ji dîtina vê van berhemên dîrokî bextewar in."

Ertan Ercan – geştyar, got:"Em ji Antalya'yê tên, me serdana Midyad û Mêrdînê jî kir. Em ê hîn li vê herêmê bigerin. Bi rastî em mereqa wan kesên ku ji beriya 12 hezar salan li vir jiyane dikin. Em qala 12 hezar salan dikin, aqlê me jê nagire. Girê Mirazan bêhempa ye û hêjayî ditîn û gerê ye."

Li gorî ragihandina kolyarnasan, mirovên wê serdemê ango serdema Neolotîkê nêçîrvan bûne û civînan pêk anîne. Kolyarnas dibêjin, ji axa ku ji nav stûnan hatiye derxistin diyar e ku ev perestgeh bi destê mirovan hatiye veşartin, lê hîn sedema veşartina wê nayê zanîn. Girê Miraza, di sala 2018'an ve di nav Lîsteya Mirateyên Çanda Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digire.Tirkiye jî îsal wekî sala Girê Miraza ragihand. Armanc ji vê yekê ew e ku îsal 2 milyon geştyar serdana bajêr bikin. Ev der 20 kîlometreyan ji Rihayê dûr e û dikeve bakurrojhilatê bajêr. Bi hezaran geştyar ji bo ku vê perestgehê bibînin serdana bajêr dikin.