Îro şansekî mezin ji Kurdan re heye

Mehmet Emîn Kardaş:

K24 – Navenda Nûçeyan

Pirsa serxwebûna herêma Kurdistanê, ji babetek navxweyî derketiyê, bûye mijareke navneteweyî ya girîng. Herweha diyar e pêkanîna raya giştî ya xurt di nav gelê me de, wekî pêwîstiyekê derketiye pêş.

Di vê derbarê de, wekî Kurdistan24 me xwest bîr û rayên partî û kesayetiyên navdar ên Kurd li Bakur, bigihînin raya giştî.

Hevpeyvîna ligel Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-Tirkiye) Mehmet Emîn Kardaş:

K24: Hûn konjoktûra neteweyî û navneteweyî di mijara Serxwebûna Kurdistanê de amade dibînin?

Mehmet Emîn Kardaş: Asteng dê hebin, lê Erê

K24: Struktura binameyên dewletî yên herêma Kurdistanê, ji bo ragihandina Serxwebûna Kurdistanê amade ne / têr dikin?

Mehmet Emîn Kardaş: Na; têr nakin, ji ber ku dewletên li herêmê  ew hemî dagirker in.

K24: Girîngiya ragihandina serxwebûna Kurdistanê, di dema niha de, hûn çawa dinirxînin?

Mehmet Emîn Kardaş: Ev helwesteke rast e. Em di sedsala 21’e  de ne,  ger serxwebûn neyête ragihandin, êdî sedsal ji Kurdan re nema tên.

K24: Radeya pêşketina civatî / neteweyî gihiştiye wê ast a ku serxwebûn, wekî xal a herî girîng hatiye pêş herêma Kurdistanê?

Mehmet Emîn Kardaş: Erê 80%

K24: Aboriya, ewleyiya, binamayên civatî / neteweyî, rewşa coxrafî, demografî, diplomasî ya Kurdistanê, di wê radê de ye ku serxwebûn bête ragihandin?

Mehmet Emîn Kardaş: Di nav xwe de aloziyên siyasî û îdeolojîk hene, lê îro şansekî mezin ji Kurdan re heye, ji ber ku mala Barzaniyan di doza Kurdistanê de xwedî so zin. Îro yekî weke serokê herêmê berêz Mesud BARZANÎ ku ew ji wê malbatê ye, bi dilsozî û lehengî pêşkêşiya vî karî dike. Êdî sexwebûn ne xeya le hemî Kûrdên li dinyayê li pişt serok BARZANÎ sekinîne. Piştî ku Serokê herêmê birêz Mesûd Barzanî  ev babet rûdan kir, jê veger keraset e ji kurdan re.

K24: Dem a dewleta neteweyî qediya ye?

Mehmet Emîn Kardaş: Na ti dem û çaxan dewletbûyîn ji holê rana be, ew her pêdiviyek e  jı neteweyan re. Bila ev jî neyête ji bîr kirin ku, her netew xwedî dewlet e, ma tenê ji Kurdan re qebhet e .

K24: Girîngiya serxwebûna Kurdistanê, ji bo netewe / yên, civat û kesayetiya Kurd çi ye?

Mehmet Emîn Kardaş: Hemû netewayên li dinyayê xwedî dewlet in û xwedî al’ in, hinek ji wana hene xwedî biçendan dewlet in.  Dewletbûyîn mafekî netewî ye û al rûmeta netewî ya, dewlet ji Kurdan re mafekî xwezayî û rewa ye ew ji av û hewayê jî  pêvîsttir e.

K24: Serxwebûna Kurdistanê, çi bandorek erênî li rewşa ewleyî, aştî û pêkvejiyanê ya herêmê / cîhanê dike?

Mehmet Emîn Kardaş: Serxwebûna Kurdistanê dê aşîtiya heremê de rolek mezin bilîze û dinya jî, dê ji gelek astengên li Rojhilata Navîn pak bibe.

K24: Herêm û cîhan amade ye, dewleta Kurdistanê nas bike?

Mehmet Emîn Kardaş: Dewletên cîhanê ne bi îrada me Kurdistan parçakirin,  dewletên li herêmê jî dagirkerê Kurdistanê ne. Ger me derfet hebe me pêdivî bi rizamendiya wan nî ne. Lê dîsa jî gelek dewlet ji serxwebûna Kurdistanê re xweşbîn in.

K24: Rola Serok Barzanî di amadekirin û ragihandina Serxwebûna Kurdistanê de?

Mehmet Emîn Kardaş: Rola sereke ya berêz Mesûd BARZANÎ ye ew di ragihandina dewleta Kurdistanê de bê hempaye lewra ne cenabê wî bûna kesî ev mijar ne di anî rojevê. Em hemî  PDK-T piştgiriya helwesta Serokê herêmê  û  referandûma serxwebuna Kurdistanê dikin û serkeftinê dixwazin.