Siyasetmedarên Bedlîsê: Dewleta Kurdistanê deriyê hebûna Kurdan e

Yek ji deverên ku bi kelecanî pêşwaziya referandûma serxwebûna Kurdistanê dike jî Tetwan a Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ye, ku siyasetmedar amaje dikin, ev gav ji bo hemû Kurdan deriye pêkhatina xeyaleke dîrokî vedike.
kurdistan24.net

 

K24 - Bedlîs

Yek ji deverên ku bi kelecanî pêşwaziya referandûma serxwebûna Kurdistanê dike jî Tetwan a Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ye, ku siyasetmedar amaje dikin, ev gav ji bo hemû Kurdan deriye pêkhatina xeyaleke dîrokî vedike.

Piştî ku 25'ê Îlonê wek dîroka lidarxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê hate ragihandin vê yeke li Bakurê Kurdistanê hêviyên Deewleta Kurdistanê xurt kir. Yek ji deverên ku ev kelecan lê peyda bûye jî Tetwan a Bedlîsê ye ku Serokê Partiya Maf û Azadiyan ê Tetwanê Îsa Eskî dibêje ev yek dê bibe pejirandina nasnameya netewa Kurd di qada cîhanê de.

Serokê Partiya Maf û Azadiyan ê Tetwanê Îsa Eskî ji K24ê re wiha axivî: "Çiqas Kurdên dinyayê hene, çiqas Kurdên penaber hene, çiqas Kurdên bêdewlet hene bi vê biyarê keyfweşin. Em wek siyasetmedar heta dawî piştgiriya vê meseleye dikin û çi bikeve ser mile me em amade ne."

Siyasetmedarên Tetwanê tînin ziman ku pêwîst e hemû aliyên siyasî yên kurdan wek mijareke neteweyî gava serxwebûnê binirxînin û piştgiriya referanduma serxwebûnê bikin.

Siyasetmedar Kemal Kiliçarslan jî got: "Ev rojeke dîrokî ye. Ev fersend carekî di nayê ber dere kurdan. Tişteke ku ji serxwebûnê xweştir tine ye. Dewleta Kurdistanê rizgariya hemû kurdan e."

Siyasetmedar Şukru Aslaner dibêje: "Hemû kurdên Bakûrê Kurdistanê pêvajoya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dişopînin. Em ji dil û can piştgiriyê didin"

Siyasetmedarên Bedlîsê amaje dikin ku rojhilata navîn erdnîgariyeke giran û zehmete û hebûna dewleteke Kurdistanê dê ji bo kurdan div ê erdnîgariya giran zehmet de bibe deriyek yê ewlekariyê.