Kurdek wek Balyoza Amerîka li Bulgaryayê hat destnîşankirin

Ji bo cara yekem di dîroka Amerîka de, jineke Kurd bi navê Hêro Mistefa wek Balyoza Amerîka li welatê Bulgaryayê ji aliyê Serokê Amerîka Donald Trump ve hat destnîşankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo cara yekem di dîroka Amerîka de, jineke Kurd bi navê Hêro Mistefa wek Balyoza Amerîka li welatê Bulgaryayê ji aliyê Serokê Amerîka Donald Trump ve hat destnîşankirin.

Hêro Qadir Mihemed Emîn Mistefa Kurdeke bajarê Hewlêrê ye û çendîn berpirsatiyên wê di Hikûmeta Amerîka de hebûne. Di sala 2016an de jî li Balyozxaneya Amerîka li welatê Portugalê kar kiribû. Herwiha wek Şêwirmenda Siyasî li Balyozxaneya Amerîka li Hindistanê jî kar kiribû.

Hêro Mistefa di salên 2009 ta 2011an Şêwirmenda Cîgirê Serokê Amerîka yê berê Jeo Biden ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Navend û Başûrê Asya bû.

Hero Mistefa yek ji wan kesan bû, ji nêzîk ve çavdêriya danûstandinên Grûpa 5+1 bi Îranê kiribû. Herwiha di Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîka de Birêvebira karên Îran, Filestîn – Îsraîl û Urdibê bû.

Di sala 2005an jî bi erkekî siyasî li bajarê Mûsilê kar kiriye û çendîn berpirsatiya wê ya siyasî li Lubnan, Yonan û Efganistanê hebû.

Ev siyastmedara Kurd ji wîlayeta North Dakota ya Amerîka jiya ye. Ji bilî Îngilîzî, zimanên Kurdî, Erebî, Farisî, Yonanî, Hindî û Portugalî dizane û Master di xizmetguzariya siyasetên derve ji Zanîngeha Princeton wergirtiye.

 

S. B