PAK û PSK: Namzedên me dê ne tenê ji herdu partiyan bin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ji bo hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê ku dê li bakur û Tirkiyê werin kirin; li hev kir û dê dest bi xebatan bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ji bo hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adarê ku dê li bakur û Tirkiyê werin kirin; li hev kir û dê dest bi xebatan bikin. Serokên Giştî yên PAK û PSK'ê ragihand ku di vê hilbijartinê de armanca wan ji bo gel pêkanîna vebijêrka neteweyî û demokrasiyê ye û her kesên ku dê vê xetê de siyasetê bikin; ew amade ne di hilbijarinan de wekî partî piştgiriya wan bikin.

Her ku Hilbijartinên Herêmî yên 31'ê Adara 2019'an nêzîk dibin; li bakur jî partiyên siyasî yên ku nûnertiya Kurdan dikin; liv û tevgerên xwe zêdetir dikin. Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî ji bo ku di hilbijartinan de bi awayekî serbixwe namzedan derxin; li hev kir. Serokê Giştî yê PAK'ê Mustafa Ozçelîk dide zanîn ku armanca wan meşandina siyaseta neteweyî û demokratîk e û bi vê rêbazê xizmetkirina xelkê herêmê ye.

Serokê Giştî yê PAK'ê Mustafa Ozçelîk ji K24ê re wiha axivî: "Du xalên me yên esasî hene. Yek em dibêjin xeta Kurdistanî, neteweyî, demokratîk û welatperwerî em bidin pêş; ev gelek girîng e. Ya din jî li hember siyasetên ku heta îro hatine meşandin; şaredariyeke çawa, rêveberiyeke çawa, rêveberiyeke zelal, demokratîk ku xizmeta xelkê esas bigire nîşan bidin."

Piştî ku DBP'ê ji bo radestkirina rêveberiya herêmî ji bo HDP'ê xwe ji hilbijartinan vekişand; HDP jî ji bo dorfirehkirina xebatên hilbijartinê hewil dide ku bi Partiyên Kurdistanî re bikeve nav dan û stendinan. Lê PAK û PSK'ê biryara xwe li ser hevkariya xeta neteweyî da û rêveberên partiyên navborî da zanîn ku dê ji bo hilbijartinan bi partiyên din re dan û stendinan nekin.

Serokê Giştî yê PSK'ê Mesût Tek jî got ku; li gorî biryara wan; dê ne tenê endamên PAK û PSK'ê; her kesê ku siyaseta wan a neteweyî û demokratîk qebûl bike, ew ê piştgiriya namzediya wan bikin.

Serokê Giştî yê PSK'ê Mesût Tek ji K24ê re got: "Ji îro û pê ve em û PAK'ê em ê bi hev re herin bi saziyên sivîl û kesên serbixwe re dan û stendinan bikin da ku ev platform an ev bereya hilbijartinan a bi kandîdên serbixwe berfirehtir bikin û bikaribin bi hev re vebijêrkeke demokratîk û neteweyî pêşkêşî xelkê xwe bikin."

Li gorî ragihandina serokên PAK û PSK'ê; ew ê di çarçoveya xebatên hilbijartinan de serdana  sazî û dezgehên sivîl û civakî jî bikin û çi kesên ku nirxên neteweya Kurd diparêzin û çi kesên bi vê siyaseta xwe di nav gel de tên hezkirin, ew ê wan jî wekî namzed nîşan bidin. Li gorî nûnerên herdu partiyan; ne siyaseta xendekan, ne jî siyaseta qeyûman, dê gel bizanibe ku vebijêrkeke wan a neteweyî heye û dê hem ji bo xelkê xwe hem ji bo nirxên neteweya xwe xizmetê bikin.