Şer û pevçûnên Tirkiye û PKKê jiyana xelkê herêmê dijwar kiriye

Şer û pevçûn û bombebaranên li deverên sînorî yên di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Artêşa Tirkiyê de jiyana welatiyan dijwar kiriye.

K24 – Hewlêr

Şer û pevçûn û bombebaranên li deverên sînorî yên di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Artêşa Tirkiyê de jiyana welatiyan dijwar kiriye.

Çend roj in agir û dûman li ser esmanê herêmê zêde bûne, bombebaranên Tirkiyê, tevî zirarên giyanî, zirar dide ajaldarên devera Berwarî Bala û nikarin sûdê ji karên xwe werbigrin.

Tevî ku jiyana piraniya niştecihên herêmê li ser ajaldariyê ye, weke Aydîn Nacî ku karê şivaniyê dike, dibêje: “Ji ber êrîşên firokeyên Tirkiyê, ku devera me piraniya rojan tê bombebarankirin, xelkê me nikarin dewar û pezê xwe biçêrînin, piraniya zeviyên me hatine şewitandin, bandoreke mezin li me kiriye. Em daxwaz dikin ku ev bombebaran werin rawestandin, da ku xelkê me jiyaneke serfiraz bijîn.”

Şivanên gundê Berwarî Bala ji ber şewitîna beşek ji zevî û giyayên derdorê gundê xwe, neçar mane ku pezên  xwe li qeraxên cadeyan biçêrînin.

Devera Berwarî Bala ku devereke sînorî ya Herêma Kurdistanê ye li gel bakurê Kurdistanê, niha bi awayekî berdewam ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê tê bombebarankirin.

Ev jî bûye sedema wê yekê ku gelek zevî û giyayên vê deverê di encama bombebaranan de bişewitin.

Î.A